Li Rennesê çalakiya ji bo Ocalan
Li bajarê Rennesê yê Fransayê ji bo balkişandina li ser tenduristî û ewlehiya Rêbêre Gelê Kurd Adbullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.
Li bajarê Rennesê yê Fransayê ji bo balkişandina li ser tenduristî û ewlehiya Rêbêre Gelê Kurd Adbullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.
Çalakî li Qada Repûblîqûeyê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Rennesê ve hate lidarxistin.
Bi sedan Kurdistanî beşdarî çalakiya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a bûn û di çalakiyê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Li aliyê din ji bo çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya CPT û Konseya Ewropa ku di roja 49’an de didome, piştgirî hate dayîn.
Çalakî bi banga tevlîbûna bihêz ya ji bo mîtînga 12’ê Kanûnê ya li Strasboûrgê bi dawî bû.