Li rêgeha vekişînê "Nobeta Aştiyê"
Li rêgeha vekişînê "Nobeta Aştiyê"
Li rêgeha vekişînê "Nobeta Aştiyê"
Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Şirnexê li geliyê Qesrîkê daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin, ku ewê di dema vekişîna hêzên gerîla de li rêgeha wan nobeta aştiyê bigirin. Rêxistinan dan xuyakirin, ku ewê dest li her şêweyên kêmasiyên derkevin holê, bidin.
Li herêma bejahî ya navbera Çiyayên Gebar û Cûdiyê, bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan ÎHD'ê, rêxistinên civakî yên sivîl, der heqê vekişîna gerîlayên Kurd de civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.
Di civîna çapemeniyê de endameê Desteya Rêveberiya Navendî û Nûnerê ÎHD'ê Şevket Akdemîr, endamê Desteya Rêveberiya Navendî Kamûran Tanhan, Sekreterê ÎHD'ê yê Amedê Abdulselam Înceoglû, endamê Desteya Rêveberiyê Mehmet Emîn Ermîn, Serokê ÎHD'ê Şaxê Şirnexê Emîn Cengîzoglû, Serokê BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar, rêveberên BDP'ê yên Şirnex û navçeyên wê, civata KESK'ê, parêzerên ser bi Baroya Şirnexê, Mala Piştgirîdayîna Perwerdê ya Şirnexê, rêveberên Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn, Navenda Çand û Hunerê ya Laloş a Sîlopiyayê, gelek kes amade bûn.
Li ser navê komê, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Şevket Akdemîr daxuyanî da û diyar kir, ku ew weke parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên civakî yên sivîl, ji vê pêvajoya dîrokî re şahidiyê dikin.
Akdemîr da xuyakirin, ku ji bo çareseriyeke wekhev û bi rûmet a pirsgirêka Kurd, wan hertim berdêl dane û got, "Ji ber vê yekê, me ne tenê ji bo şopandina vekişîna gerîla li vê derê ne, em di heman demê de bi zanebûna mafê parastina jiyanê, li vir amade ne."
Akdemîr, ji bo vekişîna gerîla bi selametî pêk were, bi çar xalan daxwazên xwe bi rêz kir.
Li gorî vê yekê;
1. Heta vekişîn bi dawî bibe, divê hemû rayedarên leşkerî û îdarî yên li herêmê ne, bi berpirsyarî tevbigerin û xwe ji provokasyonan dûr bixînin.
2. Liv û tevgera cerdevan û leşkeran, wê ji aliyê me parêzvanên mafên mirovan ve bê şopandin.
3. Xuyaye pêvajoya vekişînê wê çend mehan dewam bike. Lewma biryardariya dewletê ya ji bo pêvajoya aştiyê, wê bi helwesta wê ya li pêşberî mafê jiyanê eşkere bibe.
4. Der heqê her bûyereke neyînî biqewime de, ÎHD wê rexneyên xwe pêşkêş bike û bibe şopdarê mijarê.
Akdemîr di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir, ku bi hevalên xwe yên wezîfedarkirî re, ewê di dema vekişîna gerîla de, li rêgehên wan nobeta aştiyê bigirin.