Li Ranya gel çûn serdana goristana şehîdan

Li Ranya gel çûn serdana goristana şehîdan

Di roja cejnê ya yekemîn a Cejna Qurbanê de alîgirên û rêveberên PÇDK’ê yên devera Bitwîn û Pişder çûn serdana goristana şehîdan ya Ranya.

Meresima serdana goristanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di serdana goristanê de her yek ji Mamosta Osman Ezîz, Esmer Resûl û endamê hemwelatiya azad û yeksan Mihemed Bestê  axivtinek kirin.

Piştî deqeyeke rêz girtinê Mamoste Osman Ezîz dest axivî û wiha got: “Di serî de em bejna xwe li ber şehîdên xwe de ditewînin, bi taybet em şehîdên xwe yên Başûr Rojavayê kurdistanê bi bîr tînin. Ji ber gelê Rojavayê kurdistanê îro vê roja pîroz, pîroz nakin. Em di rojeke wiha de sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re dixwezin, bi taybet jî em sersaxiyê ji malbata Salih Muslim re dixwezin. Û di kesayeta şehîd Şervan de careke din bîranîna hemû şehîdên xwe zindî dikin.”

Her wiha dayîka bi navê Esmer Resûl jî got; “ Ev roj, ji bo me rojeke tale, ji ber em dibînin ku desthilatdariya Başûr, bi taybet jî PDK îro deriyên sînor li ser gelê me yê rojavayê kurdistanê digire û derbasbûna alîkariyê asteng dike.” 

Her wiha endamê hemwelatiya azad û yeksan Mihemed Bestê jî di dawiya marasînê de wiha got; “ Îro em di huzûra şehîdên xwe yên her çar perçeyên kurdistanê de amedene, van şehîdan di riya tekoşîna azadiyê de canê xwe dan ji bo em rojên azad bibînin û bi serbestî bijîn. Ji ber vê em weke gelê kurd her dem deyîndarê van şehînanin.

Marasîma serdana goristana şehînan ya Ranya bi sloganên  “şehîd namirin” bi dawî bû.

Piştî serdana goristanê şandeyek ji endam û alîgirên PÇDK’ê çûn serdana malbatên şehîdan yên Boskên, Çarqurne, Hecî Awa û Ranya.