Li Qesra Rumine panela ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate lidarxistin

Di 100’emîn salvegera Peymana Lozanê de li Qesra Rumine ya ku peyman lê hatibû îmzekirin panela “Jin, Jiyan, Azadî” hate lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiyên ku li Qesra Rumine ya ku Peymana Lozanê lê hatibû îmzekirin de panelek hat lidarxistin. Piştî panela bi navê “1923 Lozan, Kurd li ku bûn?” li Qesra Rumine pêk hat, vê hefteyê jî panela bi navê “Jin, jiyan, azadî” hate lidarxistin.

Beriya panela ku bi beşdariya endama Navenda Jineolojiyê ya Brukselê Elîf Kaya û Dîroknasê Hunerê ya Swîsreyê Matthieu Jaccard dest pê bike, tabloya hunermend Mîrkan Denîz a ku di sala 2015’an de wek temsîla maseya Peymana Lozanê hatibû xêzkirin, hate pêşandan.

Li ser navê Komîteya Lozan ya 2023’yan Sevgî Koyuncu derbarê rêzepanelên ku li Lozanê hatin lidarxistin de agahî da. Di panela ku bi pêşkêşvaniya dîroknasê hunerê Matthieu Jaccard dest pê kir de Matthieu Jaccard diyar kir ku salvegera Qirkirina Ermeniyan a di 24'ê Nîsana 1915'an de pêk hat nêzîk dibe û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

Matthieu Jaccard bal kişand ser wê yekê ku têgihîştina qirkirin û îstîsmarê di dîroka mirovahiyê de her tim hebûye û got ku gelên Rojhilata Navîn û Asyayê hê jî di bin tehdîda qirkirin û îstîsmarê ya ji vê ferasetê derdikeve de dijîn. Matthieu Jaccard bal kişand ser qirkirina gelên qedîm ên herêmê Ermenî û Rûman û got, "Di bin vê gefa qirkirinê de peymana ku 100 sal berê li vir hatibû îmzekirin, li Kurdan vegeriya."

Endama Navenda Jineolojiyê ya Brukselê Elîf Kaya, zanista Jineolojiyê pênase kir û got ku Kurdên ku li Mezopotamyayê jiyane û li Lozanê ji aliyê dewletên emperyalîst ve bûne 4 parçe, tevî ewqas gef û êrîşên qirkirinê îradeya têkoşînê pêş xistine û karîne di 100 salan de kevneşopiya xwe biparêzin û bidomînin.

Kaya, da zanîn ku şoreş bi berxwedana li Rojava bi ser ketiye, di ronahiya paradîgmaya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatiye afirandin û wiha dewam kir: “Tevî bi dehan qirkirinan jî gelê Kurd cihê xwe di nava serhildanan de girt. Bi parastina nasname, ziman û kevneşopiyên xwe di afirandina şoreşa jinê de bi ser ketin. Dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' ku ji Rojava derketiye û li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê îro li tevahiya Rojhilata Navîn weke dirûşmeyek hevpar tê ziman bi saya felsefeya azadiyê ya Abdullah Ocalan bi jiyanî bûye."

Panel bi pirs û bersivan dewam kir û bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Çalakiyên Peymana Lozanê wê bi pêşangeha ku wê di navbera 28'ê Nîsanê û 19'ê Gulanê de pêk were bidome.