Li Qersê 18 gerîlayên PKK’ê hatin bibîranîn
Li Qersê 18 gerîlayên PKK’ê hatin bibîranîn
Li Qersê 18 gerîlayên PKK’ê hatin bibîranîn
Li gundê Qersa Bedlîsê 18 PKK’iyên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.
Di mewluda ku li gundê Qers a Pursusa Xelatê mewludek hat dayîn û 18 gerîlayên PKK’ê hatin bibîranîn.
Parlamenterê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, parlamenterê BDP’ê yê Muşê Sirri Sakik, serokê BDP’ê Mehmet Can Demîr, şaredarê Tetwanê Abdullah Ok, şaredarên Norşînê M.Emîn Ozkan, nûnerên BDP’ê yên Bedlîsê û Muşê, nûnerên Meya-Derê yê Gimgim û Bedlîsê jî di nav de nêzî hezar kesî tevli mewludê bûn.
Serokê BDP’a Bedlîsê Mehmet Can Demîr, axivî û got: “Di serî de dayikên şehîdan, xizmên şehîdan taca serê me ne. Em ji bo ku layiqê şehîdên xwe bin û têkoşîna wan ya bi rumet bilind bikin, çi ji destê me bê em dikin.
Zenderlîoglu jî da zanîn ku li her çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd li ser piiyane û got kurdan dema xwe ya hişyarbûnê temam kirine û ketine pêvajoya qezencan.
Piştî axaftinan bîranîn bi xwarinekê dawî bû.