Li Qerekola Kayacikê lêkolîn tê kirin
Li Qerekola Kayacikê lêkolîn tê kirin
Li Qerekola Kayacikê lêkolîn tê kirin
Nûnerên Saziyên Civaka Sivîl ku çûn Licê, ji bo bûyerê lêkolîn bikin, bi Dozgerê Komarê yê Licê ku li Qerekolê bûn re hevdîtin kirin. Di lêkolîna ku ji aliyê dozger ve hat kirin de, nûnerên STK’yan jî cih girt.
Nûnerên ÎHD, Baroya Amedê, Odeya Tabîbên Amedê, DTSO jî di nav de heyetek çû Qerekola gundê Kayacik a li navçeya Licê ya Amedê ku leşkeran êrîşî sivîlan kir û kesek mir û 8 jî birîndar bûn. Nûnerên STK’yan bi dozgerê Komarê yê Licê re hevdîtin kir. Dozger ji nûneran re got dê bûyer bê lêkolînkirin. Lêkolîn didome û nûner jî di lêkolînê de cih digirin.