Li Qelqeliyê avêtin ser malan: 44 kes hatin binçavkirin
Hêzên dewleta Tirk a dagirker ku avêtin ser malên li navçeya Qelqelî ya Wanê, 44 kes binçavkirin. Kesên binçavkirin birin Qereqola Jendermeyan.
Hêzên dewleta Tirk a dagirker ku avêtin ser malên li navçeya Qelqelî ya Wanê, 44 kes binçavkirin. Kesên binçavkirin birin Qereqola Jendermeyan.
Îro hêzên dewleta Tirk a dagirker li 10 gundên cuda yên navçeya Qelqelî ya Wanê avêtin ser malan.
Malên ku derê wan di serdegirtinê de hatin şikandin, 44 kes hatin binçavkirin.
44 kesên ku hatin binçavkirin û hê nasnameyên wan nehatine zelalkirin, birin Fermandariya Qereqola Jendermeyan a Qelqeliyê.