Li Pîranê 4 kes hatin binçavkirin

Hêzên dewleta Tirk li navçeya Pîran a Amedê, 4 kes binçav kirin ku Hevserokê Navçeyê yê DEM Partiyê Mehmet Taşkin jî di nav de bû.

Îro serê sibehê li navçeya Pîranê ya Amedê û li taxên wê bi ser malan de hate girtin. Di biserdegirtinan de Hevserokê Navçeya Pîranê ya DEM Partiyê Mehmet Taşkin jî tê de welatiyên bi navê Qadir Babur, Yusuf Yildiz û Omer Çetîn hatin binçavkirin.

Piştî ku ew birin qereqolê, diyar bû ku her çar kes ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya dîjîtal hatine binçavkirin.

Hevserokê Navçeya Pîranê ya DEM Partiyê Mehmet Taşkin û Omer Çetin piştî îfadeya xwe hatin berdan lê miameleyên her du kesên din hîna dewam dike.