Li pêşiya NY’ê wê ji bo Efrînê çalakiya bêdem wê bê destpêkirin

Kurdistanî û dostên wan ên li Siwîsre dijîn, li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê û bêdengmayîna hêzên navneteweyî li pêşiya NY’ê dest bi çalakiyan dike.

Kurdistanî û dostên wan bi armanca protestokirina bêdengmayîna Neteweyên Yekbûyî, hêzên navneteweyî yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê çalakiyên xwe dibin pêşiya navenda BM a Cinêvê.

Kurdistanî û dostên wan ji roja êrîşa li ser Efrînê destpêkirî û pêve bajarên Siwêdê kirine cihê çalakiyan, NY a ku li dijî êrîşên li ser Efrînê û qetlîama sivîlan a li Efrînê bêdeng dimîne protesto kirin û ji bo bikeve nava tevgerê li pêşiya NY a Cenevre çalekiya bêdem didin destpêkirin.

Bi awayekî parlelel bi 37’emîn Rûniştina Mafê Mirovan a Konseya Mafê Mirovan a NY’yê ku ji 26’ê Sibatê ve li Buroya NY’yê ya Cinêvê dewam dike, NCDK-Swîsre, Tevgera Jinên Kurd a Swîsre û di pêşengtiya Platforma Piştgiriya bi Efîrîn a Swîsre yê ve, Kurdistanî û dostên wan ên ku wê sibe li pêşiya NY’yê dest bi çalakiyan bike, diyar kirin ku heta NY’yê ji bo Efrînê bikevin nava tevgeran wê çalakiyên xwe bidomînin.

 ‘NY Bİ VÊ BÊDENGBÛNA XWE DAGİRKERİYÊ Û QETLİMAN DİPEJIRÎNE’

Rexmî ku Konseya Ewlehiyê a NY ji bo tevaya Sûriyê biryara 30 roj a agirbest daye, dewleta Tirk li hemberî Efrînê êrîşên dagirkeriyê dike, sivîlên ku di nav de jin û zarok jî hene qetil dike. Li dijî van hêzên navneteweyî û rayedarên NY’ê bêdengiya xwe diparêzin.

Ji bo polîtîkaya durûtiya dewletên endamên NY û NY’ê bên diyarkirin û bi armanca ev hêz li hemberî êrîşên dewleta Tirk bikevin nava tevgerê, bi tevilbûna hezaran kesan çalakiya sibe bê destpêkirin, di nava hefteyê de di navbera saetên 11:00 û 18:30 de wê bê destpêkirin.

Di banga li ser navê Platforma Xwedîderketina li Efrînê a Swîsreyê hate kirin de, hate bibîrxistin ku her roja diçe êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê zêde dibe û got: “Ji bo êrîşên qetilker ên dewleta Tirk bên rawestandin û ji bo têkildarî vê mijarê hêzên navneteweyî bixin tevgerê, bang li her kesê dikin ku tevlî çalakiya bê dem a li pêşiya NY’yê wê lidarxistin bibe.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi destê serweraan di kesayeta Efrînê de dixwazin siberoja gelê Kurd tine bikin û wiha hate gotin: “Em gel, em ê berxwedana xwe hê bilindtir bikin û polîtîkayên serweran vala derbixin û serfirazî ya me ye. Ji bo li dijî bêdengiya serweran bibin qîrîn, bang li her kesê dikin ku tevlî çalakiya li pêşiya NY’yê bibin û berxwedanê bilind bikin.”