Li PE'yê konferansa li ser 'HDP û hilbijartinên li Tirkiyeyê'

Di konferansa 'HDP û hilbijartinên li Tirkiyeyê' de ku li Parlamenta Ewropayê (PE) pêk hat, işaret bi hîleyên AKP-MHP'ê hate kirin.

Li Parlamenta Ewropayê li ser mijara "HDP û hilbijartinên li Tirkiyeyê" konferanseke çapemeniyê hate lidarxistin. Seroka Koma Dostaniya Kurdan a PE Marîe Chrîstîne Vergîat, ji Îngilîstanê endama Koma Sosyalîst a PE Jûlîe Ward ku li Agiriyê dengdan şopand, bi navê heyeta Partiya Komunîst a Fransayê Hulya Tûran ku li gundên Agiriyê dengdan şopand û nûnerê HDP'ê yê li Strasboûrgê Fayik Yagizay tevlî konferansê bûn.

Vergîat bi bîr xist ku ew gelek caran çûye Tirkiye û Kurdistanê, hewl daye rewşê ji nêz ve bişopîne û dîtiye ku rejîmeke zordar û antî-demokratîk gav bi gav li Tirkiyeyê bi cih dibe.

Vergîat destnîşan kir ku yekane tişta erênî berxwedana HDP'ê û serketina wê ya di hilbijartinê de ye.

'DENGDÊRÊN HDP'YÎ LI GEL ZEXTA HÊZÊN ÇEKDAR JÎ NEDITIRSIYAN'

Jûlîe Ward jî bi bîr xist, ku heyeta ew di nav de bû li bajarê Agiriyê lêkolîn kirine û piştî gelek caran ji bendên kontrolê yên leşkerî derbas bûn, li cihên dengdanê jî li leşker û komên çekdar rast hatine.

Ward diyar kir ku wê li navendeke dengdanê jimartiye û got, "Li wê derê 20 kesên çekdar hebûn. Kesên ku deng didan HDP'ê dişandin cihên cuda. Li cihekî dengdanê pêşî li me girtin û ji me re gotin ku 'hûn dikarin bikevin hundir'. Hêzên çekdar nehiştin em biçin nava gund jî. Li gelek welatan tevlî heyetên hilbijartinê bûm, lê di vê astê de min zext û çavtirsandin nedîtiye."

Li ser têkiliya ji niha û pê ve ya bi Tirkiyeyê re Jûlîe Ward got, "Tirkiye ne tenê AKP û dewlet e. Li Tirkiyeyê HDP heye, gelê Kurd heye, rêxistinên civakî yên sivîl û gelê Tirk ê demokratîk heye. Em ê bi wan re têkoşîna demokratîk û azadîparêz bidomînin."

'GELEK ASTENGÎ Û HÎLE HEBÛN'

Hulya Tûran jî got, "Heyeta me ji Senatora Cotes d'Armor Chîrstîne Prûnaûd û endamê Têkiliyên Navneteweyî ya Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Pascal Torre pêk dihat. Em roja destpêkê bi rêveberên HDP'ê re rûniştin. Roja hilbijartinê me xwe weke heyeta Partiay Komunîst a Fransayê dan naskirin û em çûn 3 gundan. Ya ku herî zêde derdiket pêşiya me, kontrolên daîmî yên leşkerî û sivîlên bi çek bûn. Li her sê deveran astngî derxistin pêşiya me. Me gelek hîle dîtin. Saet 10:30'î dema ku me berê xwe dan Agirî pêşî li me girtin û em hatin bendeke din a kontrolê. Li vir jî pasaportên me ji me xwestin. Me jî ji wan re got ku 'mafê wan ê kontrolê heye, lê mafê wan nîne ku pasaportên me ji me bigirin'. Wan jî gotin, 'Na hûn ê bibin mêvanê me'. Piştre em sûcdar kirin ku li herêmeke rewşa awarte qanûnên wan binpê dikin. Em ji hev cihê kirin û piştre xistin lêpirsînê ku endamên MÎT'ê jî di nav de hebûn. Bêguman em timî bi Serkonsolosxaneya Fransayê re timî diaxivîn. Heta ku sindoq hatin girtin em girtin û piştre berdan."

'EM BI BIRYAR IN'

Nûnerê HDP'ê yê Strasboûrgê Fayik Yagizay jî got, "Tevî ku hevserokên me, namzetê me yê serokkomariyê, parlamenterên me, hevşaredarên me bi giştî 10 hezar endamên me girtî ne, bi rêjeya 12 ji sedî em ji bendê derbas bûn û me bend hilweşand. Lê belê Tirkiye bi destê AKP û MHP'ê ketiye nava rewşeke zordar. Weke HDP'ê em ê têkoşîna xwe ya ji bo nirxên demokratîk û pîvanên xwe bidomînin. Di vî warî de em bi biryar in. Di vê rêyê de em ê bi dostên xwe re bin."