Li Paytext Şamê şer derket

Li Paytext Şamê şer derket

Li Mizemiyê û Dûma û Xûta ên paytext Şamê di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên opozisyonê şer û pevçûn derketin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin şevê din li taxa Mizemiyê  û herêma Xûta yên paytext Şamê di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên opozisyonê şer û pevçûn derketin. Hate gotin ku di encama pevçûnan de kuştî û birîndar çêbûne.

Li aliyê din malpera çavdêriya mafê Mirovan diyar kir ku komeke çekdar xeta Tiştîn ku ceyaranê dide herêma Beytar a Xûta Şerqî teqandin. Hate gotin ku di encama şewatê de teqîneke mezin çêbûye.

Her wiha  li herêma Dûma, Dareya û Nebek jî di navber hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê de şer derket. Hate gotin ku di heman demê de herdû aliyan di şer de top bikar anîn. Di encama şer û topbaranê de ziyana madî çêbûye, her wiha hate ragihandin ku kuştiyên herdû aliyan çêbû ne.