Li paytaxte Ermenîstan Erîvanê Cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin

Li paytexta Ermenîstan Erivanê di pêşengiya Kurdistan Komtîte di salona Kêm Netewan de Cejna Çarşema Sor hate pîrozkirin.

Li Erîvanê salona Saryan Poştê ya Kêm Netewan ji aliyê Kurdistan Komîte civînek têkîldarî Cejna Çarşema Sor hate organîzekirin. Di civîna bi rêzgirtinê destpê kir de Kurdistaniyên ji derdora Erîwanê û bajarên Ermenistanê yên weke Oktonberiya, Akbaran amade bûn. Di civîna ji aliyê Seroka Kurdistan Komîtê Jinika Qadîr, Serokê Şewra Kurdê Ermenistanê Kinyasê Hemîd ve hat birêvebirin de Parlamentera HDP’ê ya Êzîdî Feleknas Ûca axivî.

 Feleknaz Ûca Çarşema Sor pîroz kir, têkîldarî wate û girîngiya wê axivî. Ûca di axaftina xwe de fermana li ser Êzidiyan a 3’yê Tebaxa 2014’an jî bi bîr xist, di vir de li ser girîngiya rêxistinbûyinê rawestiya.

Piştî axaftinên Parlamentera Amedê Feleknas Uca, civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû. 

...