Li Patnosê 8 kes hatin binçavkirin

Li Patnosê 8 kes hatin binçavkirin

Li Patnosê, di encama serdegirtina malan de 5 jê zarok 8 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Agirî Patnosê, leşkeran di heman wextî de avêtin ser gundên Pilomer, Qubîk û Dedelî. Di serdegirtinan de polîs û leşkeran deriyên malan şikandin û bêyî hişyariyekê bidin, mal ser û bin kirin.

Di operasyonê de Ahmet Ege (47), Metîn Sezer (45) û Menaf Aydin, li gel zarokê bi navê A.Y. (16) û 4 zarokên di navbera 15-17 salî de yên navên wan nehat zanîn, hatin binçavkirin.

Sedema operasyonê nehat zanîn. Hat ragihandin ku kesên binçavkirî birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Patnosê û dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.