Li Parlementoya Eyaleta Sachsen û Îtalyayê pîrozbahiya Newrozê

Li Parlementoya Eyaleta Sachsen û Îtalyayê pîrozbahiya Newrozê

Li Parlementoya Eyaleta Sachsen ya Almanyayê resepsiyona Newrozê hate dayîn, li bajarên Roma, Modena û Torîno yên Îtalyayê jî bi tevlîbûna sedan Kurdistanî û dostên wan Newroz pîroz kirin.

Li parlementoya Eyaleta Sachsen ya li bajarê Dresden yê Almanyayê resepsiyona Newrozê hate dayîn. Resepsiyona ku ji aliyê Partiya Çep Die Linke û Kurdistaniyên li Eyaletê jiyan dikin hatî organîze kirin, Parlementerê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur, rojnamevan Martîn Dolzer, Kurdolog Dr. Lokman Tûrgût, Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç weke axaftinvan tevlîbûn. Di resepsiyonê de muzîka Kurdî jî hate guhdarkirin.

Li bajarên Roma, Modena û Torîno yên Îtalyayê jî Newroz hate pîroz kirin.

Di du pîrozbahiyên li Romayê de bi tevlîbûna sedan kesan hate pîroz kirin. Di pîrozbahiya ku li ber Komeleya Çanda Ararat ya li Salona Teaterê li gel parêzerê Îtalyan yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Arthur Selernî jî, hunermend Serwet, Hozan Dogan Bîçen, Mem û Zîn tevlîbûn û bistranên xwe pîrozbahî coşand.

Newroz cara yekem li Modena û Torînoyê hatin pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de daxuyaniya KCK’ê ya agirbestê bi sînevîzyonê hate pêşkêş kirin. Kesên ku tevlî pîrozbahiyê bûn bi slogan pêvajoya ku Ocalan dayî destpê kirin silav kirin.