Li Parlementoya Ewrûpayê zextên li Tirkiyeyê tên nîqaşkirin

Li Parlementoya Ewrûpayê Konferansa Kurdan a 15’emîn hate lidarxistin. Di konferansê de hate xwestin ku bila Tirkiye şaredar û parlementerên Kurd berdin ên ku hatine hilbijartin.

Konferans her sal tê lidarxistin. Konferans bi pêşengiya Komîsyona Hemwelatiyan a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê (EÛTCC), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Enstîtuya Kurdan a Brukselê û KURD-AKAD’ê ve tê lidarxistin. Xwediyê xelata aştiyê ya nobelê Serpîskopos Desmond Tûtû, xwediya xelata aştiyê ya Nobelê Şîrîn Abadî, nivîskar Prof. Noam Chomsky jî di nav de Çepgirên Yekbûyî ya Ewrûpayê/Keskên Bakur (GÛE/NGL), Tifaqa Pêşverû Sosyalîst û Demokrat (S&D) tevlî konferansê bûne.

WESTRHEÎM: ÊDÎ BAWERIYA MIROV BI TIRKIYEYÊ NAYÊ

Seroka Komîsyona Hemwelatiyan a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê Karîane Westrehîm derbarê konferansê agahî da. Westrheîm got ku, “Em ê vê carê li aktorên Kurd binihêrin. Em krîzên li Tirkiyeyê nîqaş bikin û li rêyên çareseriyê binihêrin. Tirkiye êdî bûye aktorekî ku baweriya mirov pê nayê. Bû welatekî wisa ku li hemberî hemwelatiyên ku agresîf tevdigere û guh nade nerazîbûnên ku ji derve tên.”

Westrehîm bal kişand ser girîngiya Kurdan a ji bo herêmê û diyar kir ku divê pişta Kurdan were girtin. Westrheîm parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku ketiye greva birçîbûnê, hemû çalakvanên greva birçîbûnê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.

PAPADIMOÛLÎS: DIVÊ DEMÎRTAŞ Û YÊN HATINE HILBIJARTIN SERBEST WERIN BERDAN

Alîkarê Serokê Parlementoya Ewrûpayê yê ji Koma Çepgirên Yekbûyî ya Ewrûpaê/Keskên Bakur (GÛE/NGL) Dîmîtrîos Papadîmoûlîs jî bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ya ji bo Hevserokê berê yê giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û got ku, “Em dixwazin Demîrtaş û kesên din ên ku hatine hilbijartin, bila serbest bên berdan.”

Papadîmoûlîs diyar kir ku ew ji bo Tirkiyeyeke demokratîk têdikoşin û got ku, “Em dixwazin Tirkiyeya demokratîk di nav cîhaneke demokratîk de jî bibînin.”

ANA MÎRANDA: EZ JÎ KURD IM

Endama Koma Tifaqa Azad a Ewrûpayê/Koma Keskan a Parlementoya Ewrûpayê ya ji herêma Galîçyayê ya Îspanyayê Ana Mîranda jî got ku, “Ez jî Kurd im, ez jî Filîstînî me. Yên ku kêm tên temsîlkirin an jî hîç nayên temsîlkirin, ez wan temsîl dikim. Li vê parlementoyê hin kes hatine jibîrkirin.” Ana Mîranda diyar kir û ew ê doza Kurdan biparezin û di meha Kanûnê de ew ê biçin Enqereyê û bi HDP’ê re bicivin.

Mîranda diyar kir ku ew berê jî çûye Tirkiyeyê û wekî hevalên Ocalan hatine nîşandan. Mîranda xwest ku bila Demîrtaş serbest were berdan û got ku, “Tirkiye roj bi roj ji Yekîtiya Ewrûpayê dûr dikeve.” Mîranda bal kişand ser vî tiştî ku ji ber ku wê ji Kurdistanê re gotiye Kurdistan nûnerên Tirk nerazîbûn nîşanî wê dane.

OWEN: TIRKIYE KETIYE BIN SERWERIYA RÊVEBERIYEKE NÎJADPEREST

Mêvana rûmetê yê konferansê û dosta Kurdan a 20 salan parêzerê mafên mirovan ê ji Keyîtiya Yekbûyî Margaret Owen got ku, “Tirkiye ketiye bin rêveberiyeke nîjadperest û dijminatiya jinan dike. Erdogan hewl dide mafên mirovan û demokrasiyê bide jibîrkirin.”

Owen bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiye li Sûriyeyê sûcê şer dike. Owen diyar kir ku li Efrînê çekên kîmyewî hatine bikaranîn û got ku, “paqijiyeke etnîk” hatiye kirin. Owen bal kişand ser vî tiştî ku hikumeta Îngîlîzê jî ligel êrîşkaran bûye.

LI TIRKIYEYÊ QIRKIRIN HEYE

Owen bal kişand ser rewşa Demîrtaş û diyar kir ku hefteya bê ew ê li ser navê çavdêrên navneteweyî ji bo tevlî doza Demîrtaş bibin ew ê biçin Tirkiyeyê. Owen got ku, “Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tune, destnedayîna parlementeran hatiye rakirin, her kes hatine girtin. Ev qirkirin e, hewl didin hêviya ciwanên Kurdan bişkînin.”

OWEN: DIBE KU EZ JÎ TÊKEVIM GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Owen bal kişand ser greva birçîbûnê ya parlementera HDP’ê Leyla Guven û got ku, “Dibe ku ez jî têkevim greva birçibûnê.”

Owen qala serdanên xwe yên Rojava kir û got ku,”Rojava ji bo çareseriyê mînakeke alternatîf e. Kurdên li Sûriyeyê mînakeke herî aştiyane ya cîhanê ava dikin.”

Owen bang li hêzên navneteweyî kir û got ku, “Pişta Kurdan bigirin, Tirkiyeyê ji NATO’yê biavêjin.”

Piştî axaftinên destpêkê panela yekemîn a konferansê hate destpêkirin. Parêzvanê mafên mirovan Akin Bîrdal, Hevseroka Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Gulseren Yolerî, parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Hiqûqnasên Demokrasî û Mafên Mirovan ê Ewrûpayê Thomas Schmîdt, Sekreterê Giştî yê Dadgeha Gel a Daîmî Gîannî Tognonî jî di panelê de ew ê biaxivin.