Li Parlamenta Swêdê bîranîn û pêşniyara pêşangeha 'Seyfo'
Li Parlamenta Swêdê bîranîn û pêşniyara pêşangeha 'Seyfo'
Li Parlamenta Swêdê bîranîn û pêşniyara pêşangeha 'Seyfo'
Wezîra berê ya Yekîtiya Ewropayê ya Swêdê Bîrgîtta Ohlsson û Parlamenterê Suryanî Robert Hannah pêşniyarek li Parlamenta Swêdê kirin ku di sala 100. a qirkirinê de li parlamentê merasîmeke bîranîna qurbaniyan bê lidarxistin û pêşangeheke qirkirinê were vekirin.
Di pêşniyarnameyê de hat ragihandin ku di qirkirina dema Împaratoriya Osmanî de, ku ji aliyê Asûriyan weke 'Seyfo' tê binavkirin, mîlyonek Ermenî, bi sed hezaran Asûrî-Suryanî-Keldanî û Pontûs hatine kuştin û hat ragihandin ku ligel piraniya qurbaniyan di salên 1915-16'an de hatine qetilkirin jî, zext û êrîşan heta sala 1923'an dewam kirine.
Parlamenteran diyar kirin ku xaka Osmanî bi giranî ji Xiristiyanan hatiye paqijkirin û 150 hezar kesên li Swêdê dijîn ketine bin bandora bûyerên di dema qirkirina 'Seyfo' de hatine jiyîn. Parlamenteran destnîşankirin ku eger îro hindikahiya herî mezin a Swêdê Asûriyên Swêdê be, sedema vê yekê qirkirina Seyfo ye.
Di pêşniyarê de hat gotin ku ne yekser be jî Seyfo bandor li tevahiya gelê Swêdê kiriye û girîng e Swêd bûyerên bi serê 150 hezar Asûriyên wan de hatine, bizanibe. Hat ragihandin ku Seyfo veguheriye parçeyek ji dîroka Swêdê û îro ji xizmên mirovên di qirkirina Hîtler de jiyana xwe ji dest dan bêtir, xizmên miroven di 'Seyfo' de jiyana xwe ji dest dane, li Swêdê dijîn.
Parlamenteran dan zanîn ku Tirkiye mîna her carê qirkirinê red dike û Swêd jî di nav de ji bo welatên din heman tiştî bike gefên dîplomatîk dixwe û diyar kirin, ku ji ber qirkirin li Tirkiyeyê weke tabûyê tê dîtin, li ser xaka Tirkiyeyê merasîmên bîranîna qurbaniyan nikarin bên lidarxistin û pêşangehên qirkirinê nikarin bên vekirin.
Her du parlamenteran bibîr xistin ku Parlamenta swêdê di sala 2010'an de qirkirin qebûl kiriye û destnîşan kirin ku girîng e welatên demokratîk ên mîna Swêdê li hemberî polîtîkaya înkarê ya Tirkiyeyê derdikevin. Parlamenteran xwestin di 24'ê Nîsanê de li Parlamenta Swêdê measîma bîranîna qurbaniyan bê lidarxistin û ji bo qurbaniyên qirkirinê heman rojê pêşangeheke wêneyan li parlamentê were vekirin û heta salekê vekirî bimîne.