Li Parlamenta Îngilistanê resepsiyona Newrozê: Ocalan tavilê berdin

Li Parlamenta Îngilistanê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin. Di resepsiyonê de işaret bi serketinên Kurdan hate kirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Centre for Kurdish Progress (Navenda lêkolîn û pêşketinê ya Kurd) ku li paytexta Îngilistanê Londonê kar dike, mîna her sal îsal jî resepsiyona Newrozê li dar xist. Wezîrê Bazirganiyê yê Îngilistanê Nadhîm Zahawî malovanê ji resepisyonê re kir û li odeya Chûrchîll a dîrokî ya parlamentê pêk hat.

Emma Hardy, Paûl Maskey, Chrîs Stephens, Lord John Mann, Afzal Khan, Alicîa Kerb, Bob Seeley, Dawn Bûtler, Dîane Abbott, Baroness Chrîstîne Blowers û Angûs McNeîl jî di nav de 65 parlamenter û 300 vexwendî tevlî resepsiyonê bûn. Her wiha ji çar parçeyên Kurdistanê jî mêvanên resepsiyonê hebûn.

ZAHAWÎ: KURD MOHRA XWE DATÎNIN BINÊ SERKETINÊN MEZIN

Wezîrê Bazirganiyê Nadhîm Zahawî li resepsiyonê axivî û destnîşan kir ku Kurdên li Brîtanyayê li her qada jiyanê roj bi roj bêhtir xuya dikin, mohra xwe datînin binê serketinên mezin. Zahawî anî ziman ku mîna beriya niha wê ji niha û pê ve jî piştgiriya karên Centre for Kurdish Progressê bikin û Newroz li beşdaran pîroz kir.

SEELEY: ŞERVANÊN HERÎ BAŞ ÊN KU EZ NAS DIKIM KURD IN

Parlamenterê Partiya Mûxafazakar Bob Seeley jî anî ziman, ku dema DAÎŞ'ê êriş bir ser Şengalê wî di nava artêşa Îngiliz de weke efserekî tevî şervanên Kurd li dijî DAÎŞ'ê şer kir û got, şervanên herî baş ku wî di jiyana xwe de nas kiriye Kurd in.

BANGA JI BO AZADIYA OCALAN

Baroness Chrîstîne Blowers a ji Partiya Karker ku endama kamara Lordan e û di heman demê de Hevseroka Kampanya 'Azadî ji Ocalan re' ya sendîkayên Brîtanyayê ye, xwest ku Ocalan tavilê bê berdan û pê re li dora maseyê rûnên.

Ji parlamenterên tevlî resepsiyonê bûn Paûl Maskey, Chrîs Stephens û Afzal Khan bang kirin ku piştgiriya enternasyonalîst a ji bo gelê Kurd bê xurtkirin.

Ji rayedarên Yekîtiya Karsazên Kurd li Ewropayê Leylan Ûca jî li resepsiyonê axivî û diyar kir ku lidarxistina resepsiyonên Newrozê her sal li Parlamenta Îngilistanê serketineke dîplomatîk e ji bo gelê Kurd.