Li Parîsê tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin

Li banliyoya Drancy a Parîsê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Kurdistanî li ber Navenda Giştî ya Kurd a Demokratîk a Drancyê hatin cem hev û pankarta bi bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî" vekirin. Kurdistanî heta bi banliyoya Bobîgnyê meşiyan.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Drancy Alî Alcî axivî û got ji bo ku tecrîda li ser Ocalan bişkînin Kurdistaniyên li Fransayê wê tim li kolanan bin. Alcî bang kir ku Kurdistanî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser piyan bin.

Di çalakiyê de her wiha şîrketa Fransî Eutelsat jî hate şermezarkirin û bang li gelê Kurd ê hate kirin ku xwedî li televizyonên xwe derbikevin.