Li Parîsê Sakîne û berxwedêrên xwerêveberiyê hatin bîranîn
Li Parîsê Sakîne Cansiz û jinên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyan xwe ji dest dan hatin bîranîn. Di bîranînê de peyamên serkeftina Kurdan ya li hember AKP’ê û DAÎŞ’ê hatin dayîn.
Li Parîsê Sakîne Cansiz û jinên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyan xwe ji dest dan hatin bîranîn. Di bîranînê de peyamên serkeftina Kurdan ya li hember AKP’ê û DAÎŞ’ê hatin dayîn.
Herêma Vîlleneûve-Saînt-Georges a girêdayî paytexta Parîs a Fransayê ji bo şehîdên Parîs, Silopiya û xwerêveberiyê bîranînek hat lidarxistin. Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, ji aliyê Meclîsa Ekîn Wan û Komîteya Şehîdan ve hat lidarxistin.
Di aktivîteyê de Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Fakîze Nayir hemû şehîdên berxwedanê hatin bîranîn.
‘TÊKILIYÊN BERJEWENDIYÊN DEWLETAN’
Berdevka Meclîsa Ekîn Wan Sureya Bîngolballi bertek nîşanî neronîkirina qetlîama Parîsê da û wiha got: “ Rexmê kujerê qetlîamê diyar e jî, rexmê ku hêzên li pişt qetlîamê jî diyar in têkiliyên berjewendiyên dewletan û ji ber sedemên hesabên wan berpirsyaran dernaxînin.”
Bîngolballi bi bîr xist ku piştî qetlîamê her roja Çarşemê, di pêşengtiya jinan de Kurdisanî û dostên wan çalakiya ‘Edaletê’ lidar dixin. Bal kişand ku heta berpirsyarên qetlîamê û hêzên li pişt neyên dadgehkirin wê heta dawiyê çalakiyên xwe bidomînin.
‘EW BÛN SEMBOLA XWERÊVERIYÊ’
Bîngolballi diyar kir ku mîrasê têkoşîna Sarayan ji aliyê berxwedana xwerêveberiyê bûye mîna goşt û hestî. Bîngolballi wiha anî ziman: “Sêvê Demîr, Pakîze, Nayir, Fatma Ûyar,Dayika Taybet, Dayika Selamet bûne sembola xwerêveberiyan.”
Berdevkê Meclîsa Jinan a Ekîn Wan diyar kir ku li hember faşîzma AKP-DAÎŞ’ê wê gelê Kurd bi ser keve.