Li Parîsê Rûken Bîngol û ‘şehîdên Geliyê Tiyarê’ hatin bîranîn
Li Parîsê Rûken Bîngol û ‘şehîdên Geliyê Tiyarê’ hatin bîranîn
Li Parîsê Rûken Bîngol û ‘şehîdên Geliyê Tiyarê’ hatin bîranîn
Li Parîsê 36 gerîlayên HPG’ê ên li herêma Geliyê Tiyarê yê ser bi navçeya Çelê ya Colmêrgê ve ji aliyê artêşa Tirk ve bi çekêm kîmyewî hatin qetilkirin, hatin bîranîn.
Malbata Rûken Bîngol (Sevcan Algunerhan) ku yek ji 36 gerîlayên HPG’ê ên di 22-24’ê Cotmeha 2011’an li herêma Geliyê Tiyarê ya ser bi navçeya Çelê ya Colemêrgê ve ji aliyê artêşa Tirk ve bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, mewlûd da.
Mewlûda ku li Komeleya Çanda Mezopotamya ya li banlyona Villier le Bel ya Parîsê hat dayîn, di demjimêr 14:00’an de destpê kir. Di mewlûda ku malbata Bîngol, xizim û Kurdistanî tevlîbûn de, piştî duayan melayê Mizgefta Şêx Seîd Mela Şewket axivî.
Mela Şewket li ser kesên di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane axiftinek kir û got: “Çawa ku şehîd bû me xwedî nirxekî bêdawî ne, bêgûman li cem Xwedê jî xwediyê mertebeyekî mezinin. Şehîdên Kurdistanê ji bo jiyanekî birûmet têkoşîn dan; ji bo jiyanekî azad, zilm û koletî lê neyî û Kurdistanekî azad xwe feda kirin. Tişta ku dikeve ser milê me, hurmetê li sekna wan bigirîn, xwedî li têkoşîna wan debikevîn û xeyalên şehîdên me bicih bînîn.”
Dayîka Rûken Bîngol Fadol Algunerhan siyasiya Kurdistaniyên tevlî mewlûdê bûne kir. Dayîkê hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “Rûken netenê keça mine, keç û şehîda hemû Kurdistaniyane. Hêvî dikim ku ev gel dê azad bibe û zarokên wan şehîd nekevin.”
Rûken Bîngola sala 1978’an li Çewlikê ji dayîkbû, di sala 1994’an li Ewropayê tevlî nava refên PKK’ê bû. Li Parîsê di pîknîkê de ku malbata wê jî amadebû bi dehol zirneyan şandin refên gerîla. Rûken Bîngol ku li metrepolên Tirkiye û Ewropayê xebat meşandin, ji sala 1999 heya 2011’an li çiyayên Kurdistanê weke gerîla têkoşîn da meşandin.