Li Parîsê rêza dirêj a ji bo dengê 'NA'

Li paytexta Fransa Parîsê, bi hezaran hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî, ji bo dengê 'NA' bidin, li pêşiya Konsolosxaneya Tirk a li Parîsê ketin rêzê.

Navendên Civaka Demokratîk ên li Parîs û derdora wê, her wiha komeleyên Elewiyan ên li heman herêmê, danê sibehê bi otobus û konvoyên ji wesayîtan, hilbijêr gihandin konsolosxaneyê. Hilbijêr ji bo dengê xwe bidin, li vê derê ketin rêzê.

Li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê, Kurdistaniyan bi dehan wesayîtan bi rê ketin û piştî ku li nava bajêr tûrek avêtin, dengê xwe dan.

Ji bajarên Chalons en Champagne, Nevers, Le Havres ên Fransayê jî hilbijêr bi otobusan hatin. Peyama hevpar a hilbijêran bi vî rengî ye: "Ji bo azadiya gelan, em ê rê nedin dîktatoriya Erdogan." Li Konsolosxaneya Tirk a li Parîsê, duh bi qasî 6 hezar hilbijêrî dengê xwe dan. Tê payîn ku hejmara hilbijêrên îro dengê xwe bidin, wê ji ya duh zêdetir be.