Li Parîsê qezaya trenê, mirî û birîndar hene

Li Parîsê qezaya trenê, mirî û birîndar hene

Li nêzî paytextê Fransa Parîsê komuna Bretigny-sur-Orge trenek ji rayan derket. Rayedar radigihînin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Li gorî çapemeniya Fransayê walîtiyê têkildarî qezaya  li komuna Bretigny-sor-Orge ya herêma Essonneyê elerma sor daye. Walîtiyê ragihandin ku, di qezayê de gelek mirî û birîndar hene. Wezareta Navxweyî jî qeza piştrast kir, ragihand ku niha derfet tune ye ku bîlanço aşkera bikin.

Elerma sor dema ku gelek mirî çêbibin yan birîndar çêbibin weke alîkariya destpêkê dixin dewrê.

Yek ji berpirsên alîkariya destpêkê got, “Gelek mirî hene”, agahiyek zelal neda. Rayedarekê da diyarkirin ku, vagonek wergeriyaye û rêwiyên têde asê mane hene. Çavkaniyekî din aşkera kir ku, bi dehan birîndar hene.

Çavkaniyek ya polîsan jî bi lezek mezin tren ketiye garê, ji ber sedemekî nayê zanîn bûye du beş. Çavkaniya polîs da diyarkirin ku, beşek ya trenê rê dewam kir, ya din jî li îstasyonê wergeriyaye. Trenê sefera navbera Parîsê û navenda Limoges ya welat de dikir.