Li Parîsê panela Rojava

Li Parîsê panela Rojava

Kampanya xwedî derketina li Rojava ku ji aliyê ICOR bi şîara “Li dijî hemû cure êrîşkariya emperyalîst- li Rojava (Li Bakûrê Sûriyeyê Rojavayê Kurdistanê) înîsiyatîfa demokratîk û rêya rizgariyê biparêze” berdewam dike. Di çarçoveya kampanya ICOR 1’ê Îlonê da destpêkirin û dê meha Mijdarê de bidawî bibe, li gelek welatên Ewropa çalakiyên panel, alîkariya aborî û piştevaniyê li dardixe. Roja Şemiyê li paytextê Fransa Parîsê li Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdistanê panel hate li darxistin. Di panela demjimêr 16’an destpêkir de nûnerê PYD’ê Xalid Îsa û nûnerê MLKP’ê Huseyîn Yeter weke axaftvan tevlîbûn.

Panel bi rêzgirtinê destpê kir. axaftina destpêkê nûnerê MLKP’ê Huseyîn Yeter kir û behsa di dîroka şoreşan  de girîngiya du şahadetan kir. Yeter da zanîn ku, şahadeta Şervan Muslim di dîroka şoreşên cîhanê de xwedî girîngiyek mezine û got: “Di têkoşînê de şehîdbûna kurê lîderekî dide diyarkirin ku, ew bi hemû tiştê xwe ve tevlî têkoşînê bûne. Şervan Muslimê di têkoşînekî mafdar û birûmet de şehîd ket, sembola têkoşînekî dîrokiye. Weke kurê Stalîn ê di şerê li dijî Hîtler de şehîd ketî.” Piştre Yeter da diyarkirin ku, şehîdê MLKP’ê Sevqan Tosûn jî sembola têkoşîna yekgirtî, şoreş bi gotin na bi şer tê pişgirî kirin û bang li hemû şoreşgerên herêmê dike.

 Yeter got: “Zêdetirî du salane li Sûriyeyê piraniya herêman têkoşîna çekdarî didome. Kurdan jî rêya sêyem hilbijartiye. Rojavayê got, ne rejima Esad ne jî hêzên emperyalîst û rêya sêyem avakir, bi aşitî û parastina cewherî şoreşek çêkirin. Pêwîste bi hemû aliyan ve xwedî li vê şoreşê derbikevin û mezin bikin. Li Rojava modelek mînak ji bo welatên Misir, Tûnis û welatên Rojhilata Navîn hatiye avakirin. Pêwîste hem madî hem manewî piştgiriyê bidin şoreşê. Di vê çarçoveyê de me kampanya da destpê kirin. Em îro di çarçoveya vê kampanyayê de li beramberî we ne.” Yeter bilêv kir ku, yên tevlî panelê bûne pêwîste piştevaniya Rojava bikin.”

Yeter axaftinên xwe ên li ser şerê hêzên emperyalîst ên li herêmê birêve dibin bi slogana “Bijî Şoreşa Rojava, Bimire parvekariya emperyalîst.”

Piştî Yeterê nûnerê PYD’ê Xalit Îsa axivî. Îsa ji ber vê piştevaniyê sipasiya MLKP’ê kir. Îsa behsa piştî şerê Yekemîn yê Cîhanê ku coxrafya Kurd û Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên emperyalîst ve hate parvekirin kir û got: “Hemû gelên Rojhilata Navîn mexdûrên parvekariya emperyalîstanin.”

Îsa da zanîn ku, “21’ê Cotmaha 1921’an bi hevpeymaniyekê sinorê navbera Sûriye û Tirkiyeyê hate xetkirin û îro salvegera wê ye” her wiha behsa rola wê dîrokê ya Fransayê kir. Xalit Îsa da zanîn ku, îro di koka hemû şerên li Rojhilata Navîn de berjewendiyên emperyal derdikevin û tenê şoreşekî ku bi înîsiyatîfa gel tê avakirin, dê encamên erênî bide.”

Di beşa duwem ya panelê de bersiva pirsên beşdarvanan hate dayîn. Bi şîara “Rojava netenê ye! Hevgirtina enternasyonal dê ambargoyê perçe bike!” her wiha bi dirêjahiya çalakiyê ji bo piştevaniya Rojava xwarinên malan hatin firotin.

Di dawiya çalakiyê de li ser bingehê piştevaniya Rojava de, di çarçoveya kampanya ICOR ya dayî destpêkirin dê meha Mijdarê de bidawî bibe, nirxên madî ên hatine komkirin jî dê birêya heyetan bişînin Rojava.