Li Parîsê komunîstên ji Fransayê û jinên Kurd civiyan

Alîkara Şaredarê Parîsê Helene Bîdard û nûnerên Tevgera Jinên Kurd li hev civiyan û qala têkoşîna jinan û zextên li ser Kurdan kirin.

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) li kafeyekê civiyan û qala siyaseta Kurdan û Tevgera Jinên Kurd kirin.

Alîkara Şaredarê Parîsê Helene Bîdard û Berdevka Tevgera Jinên Kurd Bêrîvan Firan di civînê de axivîn.

Di civînê de li ser greva birçîbûnê ya ku parlementera HDP’ê Leyla Guven pêşengiya wê dike, li ser 3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên ku di sala 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, Akademiyên Jineolojiyê û Gundê Jinwarê hate sekinandin.

Bêrîvan Firat qala siyaseta Kurdan, têkoşîna jinên Kurd û qala rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ê ku agahî jê nayê stendin.

Bîrard jî qala qetilkirina sê jinên siyasetmedar kir û got: “Ev qetlîam hê jî nehatiye ronîkirin û ev qetlîameke li ser jinan e.”

Bîrard qala serdana xwe ya di sala 2015’an de ya ber bi Bakurê Kurdistanê kir û got: “Li wê derê pergala hevserokatiyê heye lê ev pergal li nav şaredariyên Fransayê û di nav partiya me tuneye.”

Bîrard bal kişand ser vî tiştî ku ew xwedî li greva birçîbûnê derdikeve ya ku Kurdan li Parîsê dane destpêkirin.