Li Parîsê ji bo Sûrê çalakî

Li paytext Fransa Parîsê, piştî hilweşîn û qetlîama dewleta Tirk a li Sûrê pêk anî û şûnde, polîtîkayên gel neçarî koçberiyê dikin, bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakiya ku saet 19:00’an, ji aliyê endamên Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê ve hate lidarxistin, dowîzên li ser “Sûr di hedefa diktator Erdogan de ye” û wêneyên hilweşîna ku dewletê pêk anî li ser û her wiha têkildarî kesên ku li Sûrê jiyana xwe ji dest dane belavok hatin belavkirin.

Di çalakiyê de endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Yûsûf Alkan bang li hemû gelê welatparêz ên li Ewropayê kir ku cih li gel berxwedana gelê Sûrê bigirin û her rojê din ava çalakiyan de bin, wiha got: “Ev êrîşên dewleta Tirk a faşîst li hember destkeftiyên têkoşîna azadiya Kurd, li hember rêxistinkirina Kurdan û azadiya wê ye.

Li hember êrîşên siyasî û çandî yên ku ji aliyê dewleta Tirk di asta herî hovan de tê domkirin, li dijî vê jî em bang li her kesê dikin ku li dijî vê li ber xwe bidin, azadiya Rêbertiyê û Azadiya Kurdistanê tacîdar bikin.

Sûr a Çiyageran e, teslîmî faşîzmê nabe.”

Çalakî bi dirûşmên “Faşîzm ji Kurdistanê derkeve” û “ Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.