Li Parîsê ji bo Ferînaz çalakî -BI DÎMEN-
Bi armanca nerazîbûna li dijî hewldana tecawizê ya li hember jina Kurd Ferînaz Xosrawanî Kurdistaniyan li ber Konsolosxaneya Îranê ya li Parîsê xwestin çalakiyekê li dar bixin.
Bi armanca nerazîbûna li dijî hewldana tecawizê ya li hember jina Kurd Ferînaz Xosrawanî Kurdistaniyan li ber Konsolosxaneya Îranê ya li Parîsê xwestin çalakiyekê li dar bixin.
Bi armanca nerazîbûna li dijî bûyera li hember jina Kurd Ferînaz Xosrawanî ya li Mahabadê otela lê kar dikir ji bo ji tecawiza îstixbatravanên Îranê xwe xelas bike, ji qata 4’an xwe avêt, Kurdistaniyan li ber Konsolosxaneya Îranê ya li Parîsê xwestin çalakiyekê li dar bixin.
Polîsan li nêzî konsolosxaneyê çalakvan rawestandin û destûr nedan biçin ber konsolosxaneyê, Çalakiya Kurdistaniyên ku gotin, “Li hember rejîma Îranê ya dijminê jin û mirovatiyê em hemû Ferînaz Xosrawanî" ne, li ber rawestgeha metro pêk hat.
Kurdistaniyan saet piştî 15.00’an li ber benda polîsan a 100 metre dûrî Konsolosxaneya Îranê dest bi çalakiyê kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên, "Jin jiyan azadî", " Bijî berxwedana Rojhilat" û " Îrana dagirker ji Kurdistanê bicehime” qîr kirin. Di axaftinan de zîhniyeta qetlîamker a Îranê hat şermezarkirin.
Çalakî saet 15.40’î bi dawî bû.