Li Parîsê di roja 672’yemîn de çalakiya edalet û ronîkirinê
Li Parîsê di roja 672’yemîn de çalakiya edalet û ronîkirinê
Li Parîsê di roja 672’yemîn de çalakiya edalet û ronîkirinê
Li Parîsa paytexta Fransayê bi armanca ronîkirina komkujiya Parîsê û daxwaza edaletê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakiya ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê ya ku têde ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin, weke her Çarşemê, îro jî çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakiya bi beşdariya Kurdistanî û endamên SKB’ê saet di 14.30 de li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Çalakî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” destpê kir û wêneyên her sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin.
Piştî meşê li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku heta niha komkujî ji aliyê dewleta Fransa ve nehatiye ronîkirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Em Hemû Sakîne, Leyla û Fîdan in” qîriyan û banga ronîkirina komkujiyê li dadgehên Fransî kirin.
Girseya ku li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê li hev civiya, bi deqeyek rêzgirtinê pêk hat. Piştî rêzgirtina li ber avahiya147 pêk hat dirûşmên “Şehîd Namirin” hatin gotin.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Villeneuve Xanê Ozbek li ber deriyê Buroya Enformasyona Kurdistanê axivî û got: “Hêzên ku Sakîne, Fîdan û Leyla qetil kirin nehatine aşkerakirin. Ev komkujî li Fransayê pêk hat. Doza têkoşîna azadiya van jinên Kurd doza hemû jinên Kurd e. Heta ev bûyer neyê aşkerakirin û edalet pêk neyê em ê bi dirûşim û meşên xwe li qadan bin û çalakiyên xwe bidomînin.”
Ozbek bang li dadgehên Fransî kir ku bûyerê aşkera bikin. Çalakî piştî axaftinan bi dirûşman bi dawî bû.
,