Li Parîsê di 644. roja komkujiyê de çalakiya edaletê!

Li Parîsê di 644. roja komkujiyê de çalakiya edaletê!

Di ser qetilkirina yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin 644 roj derbas bûn. Kurdistaniyên hîn li benda aşkerakirina hêzên li pişt komkujiyê ne, vê Çarşemê jî di çalakiyê de bûn.

Çalakiya,  “Heya kesên fermana komkujiyê dane neyên darizandin wê ev çalakî bi dawî nebin” saet 14.00’an li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd destpê kir. Di çalakiyê de ji bo komkujiya Parîs û Kobanê du pankart hatin hildan. Li gel hildana wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, dovîzên “Kobanê ne bi tenê ye”, “dewleta Tirk a faşîst”, “Ji herêma tampon re na”, “Bijî berxwedana Kobanê” di çalakiyê de hatin hildan û dirûşm jî hatin gotin.

Kesên di çalakiya ji ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd destpê kir heya 147 Rue Lafeyette dewam kir li kesên derdorê belavokên bi mijara komkujiya Parîs û Kobanê belav kirin. Di axaftinên meşê de hat diyarkirin rayedarên Fransa neçarin ji bo Kurdan daxuyaniyekê bidin û wiha hat gotin: “Nêzî du salan in em li her çar aliyên dinyayê qîr dikin, Kurdan daxwaza ronîbûn û edaletê kirin. Nêzîkatiya edaletê ya Fransa ma ev e?”

Girse bi dirûşmayan heya Buroya Enfermasyonê ya Kurdistanê meşiya li vir deqeyek rêz hat girtin. Di axaftinên kurt ên hatin kirin de hat bibîrxistin li ser gelê Kurd polîtîkayeke komkujiyê ya sedsalan li ser erdnîgariyên  cuda û şêweyên cuda dewam dikin û hat gotin ku îro Kobanê bi heman şêweyî komkujiyê re rû bi rû ye.

Di axaftinan de wiha hat gotin, “Têkoşîna Sakîne, Fîdan û Leyla sekna li hemberî van hemûyan bû” ji bo çalakiya roja Şemiyê li Qada Bastille ya Parîsê saet 15.00’an ku ji bo xwedîderketina li Kobanê wê bê lidarxistin bang hat kirin.