Li Parîsê çalakiya ‘Bêdengiya we ji hevalbendiya we ye’

Li Parîsê çalakiya ‘Bêdengiya we ji hevalbendiya we ye’

Çalakiya nobeta edaletê a bi şiara “bêdengiya we ji hevalbendiya we ye” ku her Çarşem tê pêk anîn vê heftiyê jî dewam kir. Kurdistaniyên ku 351 rojan li taxan hesaba komkujiya Parîsê dipirsin li pêş Akedemiya Çand û hûnerê a Kurdistanê hatin cem hev.

Girseya ku bi tilîlî û dirûşmeyan ketin meşê pankarta weke “ Li vir li Parîsê hatîn qetil kirin, agahiya we jê heye” hat hilgirtin. Girseyê ku wêneyên ji qadroyên damêzrênerên PKK’ê Sakine Cansiz, Nûnera KNK’ê a Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hilgirtin li gel qêr kirina dirûşmeyên weke “Jin, jiyan, azadî”, “Çareseriya polîtik a pirsgirêka Kurd” û “Em hemû Sakîne, Leyla û Fîdanîn” heya Buruya Enformasyona Kurdistanê meşiyan.

Di tevayê meşê de bangewaziya beşdarbûna meşa mezin a ku wê di 11’ê Çile de were kirin hat kirin. Li gel axaftinên weke “25’ê Kanûnê roja Noel. Dema ku mirov Noelê pîroz dikin Kurdistanî jî li Parîsê ku li çend metreyên bajarên we dijîn ji bo zelal kirina komkujiyê car din dimeşê dene, bersiv bidin bangewaziya Kurdan” Kurdistanî hatin pêş Buruya Enfermasyona Kurdistanê.

Kurdistaniyan li pêş Buruyê deqeyek rêzgirtin pêk anîn. Hunermendê Kurd Şemdîn sitranên kurdî gotin.

Di axaftinên ku li ser navê baweriya Elewî û Îslamê hatin kirin de Noela alema Xiristiyan hate pîroz kirin û hat diyar kirin ku komkujiya pêk hatiye wê neyê qebûl kirin. Mela Şevket ji bo şehîdan dua xwend. Ji bo zelal bûna komkujiyê bangewaziya Elewî û Mûslûman li viri di çalekiyê dene hat kirin.

Pêş Buruya Enfermasyona Kurdistanê roje pêştir dareka camê ku li ser wêneyên hersê jinên şehîd heyî hatibû danîn. Di dema çalekiyê de girseyê di destên xwe de find hilgirtin. Di heman demê de jî li derdora dara camê jî find hatin pêxistin.

Çalekî bi dirûşme û tîlîliyan bi dawî bû.