Li Parîsê bi hezaran kesî pêvajoya Ocalan daye destpêkirin silav kir
Li Parîsê bi hezaran kesî pêvajoya Ocalan daye destpêkirin silav kir
Li Parîsê bi hezaran kesî pêvajoya Ocalan daye destpêkirin silav kir
Newroza 2013’an li Parîsa Fransayê bi pîrozbahiyeke hate pêşwazîkirin. Bi hezaran kesên tevlî mîtîngê bûn pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye dest pêkirin silav kir.
Li Parîsê kurdan li parka Sarclles duh bi mîtîngekî Newroz pîroz kir. Hezara kurdên serê sibê ji her herêmê herikên qadê, wêneyên hersê siyasetmedarên Kurd hildan û herwiha li pêş dîkê jî wêneyên wan hatin daliqandin û pankarta ‘Em we ji bîr nakin’ cih girt.
AGIRÊ NEWROZÊ MALBATÊN GERÎLAYAN PÊXIST
Nûnerên partiya komunîst, partiya sosyalîst, şaredarê herêma Sarclles, nûnerên saziyê û spasiyên siyasî yên Fransayê tevlî bûn û her wiha agirê Newrozê jî malbatên gerîlayên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane pêxist.
PEYAMA OCALAN BI DIRÛŞMEYAN HAT PÊŞWAZÎKIRIN
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Amedê ji mîlyonan re hat xwendin, mohra xwe li Newroza Parîsê jî da. Peyama ku hate xwendin bi dirûşmeyan hat bersivdayîn.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku, peyama Ocalan xwedî girîngiyeke dîrokiye û got: “Ev pêvajoy pêvajoya têkoşînê ye. Di vê dema bi rîsk de divê kurd baldar bin.
SIYASETMEDARÊN FRANSÎ: DIVÊ OCALAN AZAD BE
Her wiha nûnerên sazî û partiyan axivîn. Heyeta ji Nûnerên partiya Komunîst a Fransayê pêk dihat li ser dîkê hatin silav kirin û piştre şaredarê Champîgny Adenot axivî û her sê siyasetmedarên kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin bibîranîn û got: “Niha ji bo em hêviya wan ya aştiyê mezin bikin peywirên mezin dikevin ser milê me. divê Ocalan azad bibe. Her wiha divê peyamana dij-kurd ya Fransa-Tirkiyeyê bê betalkirin.
Berpirsê têkiliya navnetewî yê Partiya Komunîst Lydîa Samarbakhsh jî piştgirî da daxuyaniya Ocalan
ERMENÎ: EM JI HEMAN ÊŞAN HATIN
Heyeta li ser navê Ermeniyan tevli mîtîngê bibûn jî gotin: “Em birane, ji heman axê hatine. Me heman êş parve kirine. Newroz pîroz be.”
Piştî axaftinan mîtîng bi bernameya çandê berdewam kir. piştre hunermend Rojda, Cevdet Bagca, Firat Îmirza, Koma Jinên TEVÇAND, Koma Silbus u Tari, Pinar Yildiz, Adil Botan, Çiyaye Munzur, Koma Newa derketin ser dikê.