Li Parîsê bi hezaran kes ji bo Efrînê meşiya
Li paytext Parîs a Fransayê Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê bi meşekê protesto kirin.
Li paytext Parîs a Fransayê Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê bi meşekê protesto kirin.
Çalakiya di pêşengtiya Platforma Xwedîderketina li Efrîn a Parîs de hate lidarxistin, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.
Meşa ku saet 15:00’an de ji Qada Repûblîqûe destpê kir, pankartên “Tirkiye li gel komên cîhadîstan li Efrînê kêmenetewan qir dike” û “Serî Hilde” heta Qada Bastîlle bê ku rawestin dirûşmên berxwedanê qîr kirin.
Di çalakiyê de têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên hevkariya şirîk a AKP/MHP’ê ya li ser Efrînê belavok hatin belavkirin. Li Qada Bastîlle mîtîngek hate lidarxistin.
Di daxuyaniya li ser navê Platforma Xwedîderketina li Efrîn a Parîsê de hate kirin ev tişt hate gotin: “Em ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê her roj li qadan bin û berxwedanê xurt bikin. Heta ku dewleta Tirk a dagirker û faşîst ji Efrînê bicehenime, em ê bi berdewamî faşîzma Tirk tehşîr bikin.”
Çalakî bi dirûşma “Her der Efrîn e, her der berxwedan e” bi dawî bû.