Li Parîsê 20 hezar kesî komkujiya Enqereyê lanet kir
20 hezar kesî li paytexta Fransa, Parîsê komkujiya Enqereyê lanet kir. Di meşê de Serokê PCF Pîerre Laûrent axivî û got ev komkujî berhema siyaseta AKP û Erdogan e.
ANF
PARÎS
yekşem, 11 kewçêrê 2015, 20:21
Li Parîsê 20 hezar Tirkiyeyî, Kurdistanî, Fransî; Desteya Kurd a Demokratîk a Fransa, Partiya Komunîst a Fransa, Komaleya Piştevaniya Kurdistan a Fransa, Tevgera Jinên Kurd, ACTÎT, ESP, FÛAF, FEDA, Mala Gel a Pazarcik Elbîstan, SYKP, DÎDF, Alinterî, Kizilbayrak, SKB, ADHK-Parîs, Odak, Bloc Roûge û bi banga gelek saziyan din ve li Qada Repûblîqûe ji bo komkujiya Enqereyê protesto bikin li hev kom bûn. “Em HDP’yî ne”, “Qatîl Erdogan”, “DAIŞ’a komkujer, AKP’e ya hevkar” bû dirûşmên hezaran.
Bi banga saziyan, Kurd, Tirk, Fransî, û ji gelên din ên parastvanên aştî û demokrasiyê, girseyê li Qada Repûblîqûe ji saet 13.00’an bi dirûşmên, “No pasaran”, “Qatil AKP” dest bi çalakiyê kir. Hezaran kesên qad tijî kirin, berî saeta tevgerê dowîz û flamayên komkujî protesto dikir rakiribûn. Partiya Komunîst a Fransiz, NPA, Solîdaîres, Partiya Çep, Ensemble, MRAP, Keskan; Tevgera Aştiyê, Rêxistina Efûyê, Komaleya Mafên Mirovan, Kolektîfên Xwendekaran, LGBT û gelek nûnerên partiyên çep ên Fransiz û rêxistinên din bi girseyê re refê xwe girtin. Bi rêzgirtinê çalakî destpê kir.
Piştî rêzgirtinê Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransiz Pîerre Laûrent axivî. Laûrent bi sersaxî ji hêzên Tirkiyeyî, Kurd û demokrasiyê xwestinê dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku komkujî bermahiyê siyaseta AKP û Erdogan e.
Pîerre Loûrent pîştî axaftina xwe bi dawî kir, li herî pêş bi nûnerên saziyan ve cihê xwe girt û starta meşê hate dayîn. Hezaran bi dirûşmên, “Em HDP’yî ne”, “Em PKK’yî ne”, “Bimire dewleta Tirk a Faşîst”, “Em ê Erdogan bixin sindoqan” ve ber bi Qada Chatelet ve meşiyan.
Di meşê ji wesayîta çalakiyê de ser navê HDP-Fransa, CDK-F, Tevgera Jinên Kurd, MLKP, SKB, ODAK, DÎDF, Partiya Komunîst, Partîzan û gelek tevgerên din axaftinên şermezarkirina komkujiyê hatin kirin.
Ser navê CDK-F û Tevgera Jinên Kurd Cemîle Renklîçay axivî û der barê bîlançoya bi xwîn ya AKP’ê agahî dan. Renklîçay bi bîr xist ku li Pirsûs, Amed, Cizîrê û Enqereyê bi sedan mirov hatine qetilkirin, li hember faşîzma Erdogan bang hikûmeta Fransiz ser wezîfeyê kir. Renklîçay destnîşan kir ku divê piştgiriya Erdogan nedomînin, pêwîst e hêzên demokrasiyê îro li gel HDP’ê cihê xwe bigirin.
Di cevherê axaftinên Keskan, Komaleya Piştevaniya Kurdistan a Fransa, Ensemble, SOS Rasîsme, MRAP, Tevgera Aştî û gelek nûnerên partiyên çep de rûyê tarî yê siyaseta Erdogan û AKP’ê hebû. Axaftvanan diyar kirin ku divê dengê aştî û demokrasiyê HDP’e piştgiriya wê bê kirin, pêwîst e PKK ya li Rojhilata Navîn nirxên mirovatiyê diparêze ji lîsta terorê bê derxistin.
Dema ji wesayîta çalakiyê axaftin dihatin kirin, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Em PKK ne”, “Bijî Biratiya Gelan”, “Aştî Niha” bê navber hatin gotin.
Dema baskê meşê gihişt Qada Chatelet, li vir axaftina yekemîn nûnerê Ewropa yê HDP’ê Farûk Dorû kir. Dorû diyar kir ku ev komkujiya ne ya yekemîn e ne jî ya dawiyê ye, pêwîst e li hember faşîzma AKP û Erdogan gel 1’ê Mijdarê îradeya xwe deyne holê. Dorû destnîşan kir ku HDP’e di hedefa êrîşa de ye, wê ti tavîza ji nirxên aştî û demokrasiyê nede û meşa xwe bidomîne û wiha got: “Em helwesta xwe ya Ewropa di sindoqan de nîşan bidin.”
Piştre nûnerên FEDA, FÛAF, Komaleya Piştevaniya Kurdistanê ya Fransa û gelek saziyên din axaftinên bersivê dide faşîzma AKP û Erdogan kirin. Her axaftvanî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayî û malbatên wan ên mezin, hêzên demokrasî û aştiyê re sersaxî xwestin, destnîşan kirin ku wê nikaribin rêya aştî û azadiyê bi komkujiyan ve bigirin.
Çalakî saet 17.00’an bi çepik û dirûşmên komkujiyê lanet dikin ve bi dawî bû.