Li Parîs û Marsîlyayê çalakiyên ciwanan

Aktîvîstên JCA û TCŞ'ê li paytexta Fransa Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin. Li Marsîlyayê jî ciwan li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan.

Aktîvîstên Jin ên Ciwan ên Azad (JCA) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li paytexta Fransa Parîsê ji bo azadiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin. Di çalakiyê de êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Ciwan li pêşiya Bazîlîkaya Sacre Coeûrê li hev kom bûn û pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" û ala mezin a PKK'ê hildan.

Bi zimanên Fransî û Kurdî tim û tim dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Statu ji Kurdistanê re" û "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

Ciwan piştre ber bi navenda bajêr ve meşiyan û têkildarî mijarê belavok belav kirin.

MARSÎLYA

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.

Di çalakiyê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin û li gel pankarta bi nivîsa "Statu ji Kurdistanê re azadî ji Ocalan re" alên PKK, YPG, YPJ û TCŞ'ê hatin hildan.

Di çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Kujer Erdogan ji Kurdistanê bicehime" hatin qîrîn û belavok hatin belavkirin.