Li Parîs, Marsîlya û Nurnbergê 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin

Li Parîs, Marsîlya û Nurnbergê 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin

Biboneya şermezarkirina komploya navnetewî a 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhat, li paytextê Fransa Parîsê, başûrê wê Marsîlyayê û bajarê Nurnberg ê Almanyayê xwepêşandan pêkhatin.

Çalakiyên protestokirina komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku bû sedem Ocalan ji Sûriyeyê derbikeve û piştî çar mehan 15’ê Sibatê dîl bê girtin, li her derê Ewropa ji aliyê Kurdan ve tên kirin.

PARÎS: Kurdên ku îro di demjimêr 18:30’an de li Gare de l’Est ya Parîsê kombûn, ji vir heya Qada Republique meşiyan. Çalakvanan posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Bimire Komploya Navnetewî, Em dê bersiva vê bidin” hilgirtin. Bidirêjahiya meşê slogan bêdeng nebûn û danezanên têkildarî komployê hatin belavkirin.

Di meşa ku bênavber sloganên “Ji gelê Kurd re aşitî, ji Ocalan re azadî”, “Bimire Komploya Navnetewî”, “Em hemû PKK’yî ne qîrkirin, her wiha çalakvanên di destê wan de alên KCK, PYD û flamayên Ocalan heyî meşale jî hilgirtin.

Di dema meşê de 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêkhat. Çalakvanên ku ketin Qada Republique “hemû şehîdên Kurdistan û şoreşgerên cîhanê” bibîr anîn. Di qadê de Serokê Akademiya Çand û Huner ya Kurdistanê Mûrat Ceylan axivî û behsa girîngî û wateya rojê kir. Ceylan got: “Meha Cotmehê ji bo Kurdan mehek tariye. Xeta ên ku komploya Cotmehê amadekirine ji Lozanê destpêkiribû. Vê xetê ji qetla Parîsê berdewam kir. Rêberê Gelê Kurd bixeta ku di bin şert û mercên herî giran de derxistî komplo vala derxistiye.” Ceylan balkişande ser bûyerên Rojava jî û êrîş şermezar kirin.

Piştî axaftina Ceylan nûnerê MLKP’ê ê bi al û flameyên xwe tevlîbûn mafê axaftinê girt. Di axaftina li ser MLKP’ê hate kirin de şoreşa Rojava silav kir. Çalakî bisloganên “Bijî Şoreşa Rojava”, “Bijî Serok Apo” bidawî bû.

MARSÎLYA: Îro li bajarê Marsîla ê di keve başûrê Fransayê bi tevlîbûna nêzî 400 kesan komploya 9’ê Cotmehê hate şermezar kirin. Berberiyan jî piştgirî da meşa protestoyî.

Çalakvanên ku ji Qada  Canebiere heya Parlementoya Ewropayê meşiyan, posterê mezin ê Ocalan hilgirtin. Çalakvanan bênavber sloganên “Ji Ocalan re Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Ji Kurdistanê re çareseriya aştiyane” qîr kirin. Di çalakiyê de dowîzên ku berxwedana Rojava silav dikin hatin hilgirtin.

Li ber nûnertiya Yeketiya Ewropayê (YE) li ser navê Meclisa Gel ya Kurd daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku, di şexsê Ocalan de komplo li dijî hemû gelê Kurd hatiye kirin. Di çalakiyê de endamên Komeleya Berberî Zarî jî amadebûn û komplo protesto kirin.

NURNBERG: Li bajarê Nurnberg ê Almanyayê jî bi heman armancê çalakiyekî protestoyî pêkhat. Kurd û dostên wan tevlî mitînga li Hallplatzê hate li darxistin bûn. Çalakvanan komplo nelet kirin û xwestin Ocalan serbest bê berdan.

Di mitînga ku êrîş û zextên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin de, Partiya Çep ya Alman jî piştgirî dayê. Li ser navê Parlementerê vê partiyê Harald Weinberg peyam hate xwendin. Weinberg da diyarkirin ku, pêwîste Ocalan serbest were berdan û êrîşên li dijî Rojava jî bidawî bibin.