Li Parîs, Hambûrg, Kassel û Den Haagê çalakiyên ji bo Ocalan

Ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytext Parîs a Fransa, bajarê Den Haag ê Hollanda û bajarê Kassel êElmanyayê çalakî hatin lidarxistin.

PARÎS

Li Paytext Parîs a Fransayê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullh Ocalan mîtîngek hate lidarxistin.

Di pêşengtiya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) û Ciwanên Azad ên Parîsê ve li pêşiya Dêra Gare de I’Est Saînt-Martînê çalakiyek hate lidarxistin.

Nûnerê Ciwanên Azad ên Ewropayê ku di mîtîngê de axivî bang li hemû ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn kir ku di çarçoveya kampanyaya “Azad bike, Serî Hilde” xurt tevlî çalakiya bikin.

Her wiha hevberdevkê HDK-Fransa Îbrahîm Seydo Aydogan jî axivî.

Aydogan destnîşan kir ku nirxên ku Ocalan temsîl dike û pêşniyarên çareseriyê yên ku danîn holê îro ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê di heman demê de ji bo gelên li Rojhilata Navîn dinîn bûye hêviya jiyanê. Aydogan wiha got: “Bi vê projeya Konfederalîzma Demokratîk îro li Rojava, Reqa û Şengalê bûye yekane modela pêkve jiyanê. Pirtûka Birêz Ocalan a di berika şervana jin a Ereb ku li Reqayê şehîd ket jî ev bi awayekî pir vekirî radixe ber çavan.

Îro ne tenê divê Kurd, divê gelên din ên li Rojahilata Navîn dijîn xwedî li raman û felsefeya Ocalan derdikevin û ji bo ramanên wî canê xwe feda dikin.

Birêz Ocalan ev 18 sal in bi tena serê xwe li girtîgehê di nava tecrîdê de ye, di kesayeta Ocalan de tecrîd li ser hemû daxwazên azadiyê tên pêkanîn û nirxên ku ew nûnertiyê dike tê hebiskirin.

Ev nêzî du sal in ti agahî ji Ocalan nayê girtin, têkildarî ewlehî û tenduristiya wî nûçeyên spekulasyon tên parvekirin. Em carekî din didin diyarkirin ku li hemberî ti zext û êrîşan serî natewînin.

Em carekî din li vir bibîr dixin; bila tu kes Kurdan neceribîne! Gelê Kurd û dostên wan ên bi berdêlên giran buha têkoşîn anî roja îro xwedî li Serokê xwe derdikeve û banga dev ji van lîstikan berdin dike. Kurd wê vê lîstikê hilweşîne.”

Mîtîng bi banga tevlîbûna xurt a ji bo çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê dewam dike kir û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” ve bi dawî bû.

HANBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xistin. Meşa ku di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Rojbîn û Ciwanên Azad ve hate lidarxistin deji Monckebergstrasse destpê kir heta Qada Gensemarktê dewam kirç

Di axaftinên dema meşê de hate kirin, hat diyarkirin ku divê CPT bi lezgîn li erka xwe rabe û biçe Îmraliyê. Her wiha di axaftinan de helwesta hikûmeta Elman hate rexnekirin, li şûnda ku destekê bide têkoşîna azadiya Kurd, cihgirtina dewleta Elman a li gel Erdoganên dîktator ê faşîst şermek e.

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê meşa 2 rojan ji Gotîngenê destpê kir. Meşa ku saet 10:00’an destpê kir wê sibe li Kasselê bi dawî bibe.

Meşa ku nêzî sed Kurdistanî tevlî bû dirûşma”Ji Ocalan re azdî ji Kurdistanê re statû” hate qîrkirin.

Di tevahiya meşê de belavokên têkildarî ewlehî û tenduristiya Ocalan hatin belavkirin.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê Kurdisanî û dostên wan li pêşiya parlementoyê mîtngek lidar xistin. Di çalakiya dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hatin qîrkirin de, posterên Ocalan, alên PKK’ê, KCK’ê û TJK-E’yê hatin hildan.

Piştî axaftinên bal kişandin ser ewlehî û tenduristiya Ocalan û şûnde, çalakî bi dawî bû.