Li Pakîstanê li dijî dêrê êrîşên xwekujî: Herî kêm 53 mirî
Li Pakîstanê li dijî dêrê êrîşên xwekujî: Herî kêm 53 mirî
Li Pakîstanê li dijî dêrê êrîşên xwekujî: Herî kêm 53 mirî
Li herêma Peşawar a Pakîstanê, di encama du êrîşên xwekujî yên li dijî dêrekê de herî kêm 53 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Êrîş, di dema derketina ji ayîna li dêrê rû dan. Li gorî çavkaniyên nexweşxane û polîsan herî kêm 53 kesan jiyana xwe ji dest dan, 100 kes jî birîndar bûn. Fikar tê kirin ku bîlanço girantir bibe. Li gorî daxuyaniya Berpirsyarê Îdarî yê Bajêr Şahîzade Anees rewşa piraniya birîndaran giran e.
Xiristiyan, ji sedî 4'ê nifûsa Pakîstanê ya 180 milyonî pêk tînin. Di sala 2009'an de li bajarê Gojra yê Pencap'ê girseyek ji nêzî hezar Mislimanî 40 mal û dêreke Xiristiyanan şewitandibû.