Li Pakîstanê erdheja bi pêla 6,8
Li Pakîstanê erdheja bi pêla 6,8
Li Pakîstanê erdheja bi pêla 6,8
Li eyaleta Bellucîstan ya rojavayê başûrê Pakistanê vê carê erdhejekî bi pêla 6,8 çêbû. Di erdheja çar roj pêş de nêzî 350 kesî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî Jeofizik Enstituya Emerîkayê ev erdheja nû di rojên derbaz bûyî de, 96 km li bakurê navçeya Awaran ya ku erdhej lê çêbûyî, di kurahiya erdê ya 14 km de çêbûye.
Rêveberê navnetewî yê Navenda Çavdêriya erdhejê yê Pakistanê Zahid Rafi, di daxuyaniya bernameya teybet ya qenala televizyona GEO de kirî de got ku ev ne hejînekî berdewama ya dine, ev erdehejî nû ye. Emerikan hêza pêla erdhejê 6,8 pîvan, lê li gorî navenda Pakîstanê erdhej di mezinahiya pêla 7,2 de ye. Di derbarê ku di erdhejê de mirî yan birîndar hene, zanyarî ne hatine dayîn.