Li Pakîstanê bi pêleya 7,8 erdhêj pêk hat
Li Pakîstanê bi pêleya 7,8 erdhêj pêk hat
Li Pakîstanê bi pêleya 7,8 erdhêj pêk hat
Li rojavayê Başûrê Pakîstanê li herêmeke ku nifûsa wê kêm bû bi pêleya 7,8 erdhêj pêk hat.
Li gorî Esntîtuya Jeofîzîkê ya Amerîkayê(USGS) û serwîsên Pakîstanê erdhêj îro li gorî saeta herêmî 16.29’an de li bajarê Khuzdar a eyelata Bellucîstan 15 km di kurahiya erdê de pêk hatiye.
Erdhêj li bajarên mezin yên başûrê Pakîstanê jî hat hîskirin. Şefê serwîsa sîsmolojiya Pakîstanê Zahîd Rafî, ji kanala GEO re axivî û got: “Erdhêjek mezin bû. Herêma ku erdhêj lê pêk hat nifûsa wê kêm bû. Hêviya me eve ku wendahî kêm bin.”
Di meha nîsana borî de li Îranê erdhêj pêk hat û li Pakîstanê li bajarokek biçûk ya eyaleta Bellucîstan 41 kes mirin.