Li Osmaniye û Mereşê bi dehan girtî ketin greva birçîbûnê

Li girtîgehên Osmaniye û Mereşê bi dehan girtî li dijî şert û mercên li dijî mirovahiyê ketin greva birçîbûnê.

Li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Osmaniyeyê 30 girtî li dijî kiryarên xerab û binpêkirina mafên mirovan di 12'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin.

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 16'an de ye. Hate ragihandin ku rêveberiya girtîgehê hîn jî daxwazên girtiyan qebûl nekiriye. Girtî destnîşan dikin ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin wê çalakiya xwe bidomînin.

Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Mehmet Selim Suer, Mehmet Goz, Sabahattin Karasu, Nevaz Sakçak, Suleyman Saçal, Candan Yen, Zenar Demir, Abdullah Uçar, Kasım Balta, Sedat Karak, Adem Amaç, Mehmet Kazıcı, Mehmet Kılınç, Mikail Pelit, Abdullah Topaloğlu, Mehmet Emin Dal, Recep Yel, Akar İkbal, Veysi Baltaş, Mehmet İpek, Hasan Muhammet İbiş, Yıldırım Kış, Baver Başaran ve Halil İbrahim Karataş.

Li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1 û 2 ên Turkoglû ya Mereşê jî çar girtî li dijî jimartina bi şêweyê leşkerî hefteyeke di greva birçîbûnê de ne.