Li Osmaniyê greva birçîbûnê ya girtiyan encam da

Girtiyên Girtîgeha Osmaniyê yên ku di grevê de bûn, piştî ku daxwaza wan hate qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin. Li Girtîgeha Turkoglu ya Maraşê jî greva birçîbûnê didome.

30 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Nimra 2 a Osmaniyê li dijî ferzkirina ku li ser piyan hijmara xwe bidin ji 12'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de bûn. Piştî ku daxwaza wan hate qebûlkirin çalakî bi dawî bû.

LI TURKOGLU GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIDOME

4 girtiyên siyasî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L'yê ya Nimro 1 a Maraş Turoglu dimînin ji 25'ê Mijdarê ve ketine greva birçîbûnê ya bêveger û domdar.

Girtî dixwazin ku dawî li dayina hijmarê ya bi nîzamla leşkerî were, daxwaza yekkirina koxuşan pêk were, di têketina girtîgehê de kesî tazî nekin û wiha se rwan seh nekin, dawî li meşa nîzama leşkerî ya li korîdoran were, cezayên disîplînê yên kêfî werin betalkirin, karta nasnameyê ya ku bi vê xwe ve dikin rabe û rojnameya Yenî Yaşamê, pirtûk, name û kargoyê bidin wan.