Li Osloyê komkujî bi meşekê hate şermezarkirin

Li Osloyê komkujî bi meşekê hate şermezarkirin

Komkujiya ku 9’ê çile de li Parîsê pêk hat û di encamê de 3 jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Norwec Osloyê bi meşek girseyî hate şermezarkirin.

Piştî ku nûçeya qetilkirina sê jinên Kurd ên siyasetmedar belav bû, kurdên li Norwecê jî wek hemû kurdên cîhanê dest bi çalakiyan kirin.

Kurdistaniyên li Oslo û der dora wê, ku gelek ji nuner û endamên partî û rêxistinên cuda pêk dihat, saet 13.00’an de li ber Wezareta Karê Derve ya Norwecê kombûn û bi meşek girseyî heta ber derê balyozxaneya Tirk a li Osloyêmeşiyan.

500 kurd, ku gelek ji wan Jin û zarok bûn, di despêka meşê de bi çelenga reş a ku li ser nivîsa em ‘komkujiya 3 jinên kurd şermezar dikin’ hatibû rakirin. Her wiha pankartên wek ‘Kujer Tirkiye, Azadî bo Ocalan, Kurdistan dibe gora faşîsmê’ û ala PKK, KCK, PJAK, PYD û herêma Kurdistan hat vekirin.

Posterên mezin yên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di nava meşê hatin vekirin. Meşa dirêj a kurdên li Oslo li ber derê Balyozxana Fransa û Îranê derbas bû. Dema ku gel gihîşt ber derê balyozxana Fransa, demekî rawestiyan û nexwestin bicin, lê bi zora polis û cavdêran derbas meşiyan û bi dirûşmeyên ‘qatîl Tirkiye, terorist tirkiye, şehîd namirin’ qêriyan.

Gelek balkêş bu ku dema girseya gel gihîşte nêzî balyozxana Îranê, li vir rastî çalakiya koma bicuk a dijberên rejîma komara Îranê hatin. Ew koma ku ji cend kesan pêk dihat jî tevli meşa kurdan bûn û bi hev re qasî 10 deqeyan li dijî rejîma komara Îranê dirûşmeyên wekê ‘Terorist Îran, faşist Îran, bimire rejîma diktator û qatîl’ hatin berzkirin. Tişta herî balkêş û bercav, li vir gelek polîs hatibûn amade kirin û gel bi zora cavdêr û polîsan li vir meşiyan.

Girseya gel dema gihîşte ber derê balyozxaneya Tirk, li vir despêkê çelenga reş ji aliyê 3 jinan ve derbasî ber derî kirin û pişt re bi dengên bilind dirûşmeyên ‘Qetil Tirkiye, Terorist Tirkiye ji Kurdistanê derkeve, bijî serok Apo û şehîd namirin” hatin qêrîn.

Di dawiya mîtingê de li ser navê komîta amadekar Rotîn Amed daxuyaniyek bi norwecî û îngîlîzî da.