Li ODTU alên PKK li ba ket
Li ODTU alên PKK li ba ket
Li ODTU alên PKK li ba ket
„Meşa Şoreşê“ ya li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn a Enqerê ODTU bi beşdariya deh hezar xwendekaran pêk hat. Di şahiyê de li ODTU de alên PKK’ê hatin berzkirin.
Li ODTU’yê, bi wesîleya salvegera nivîsa „Şoreş“ a di asla 1968’an de ji aliyê Huseyîn Înan, Taylan Ozgur, Alpaslan Ozdogan û Mûstafa Yalçiner li stadyuma zanîngehê nivîsandibû, li kampusa ODTY meşek hat lidarxistin.
„Meşa Şoreşê“ ya her sal weke kevneşopiyekê li ODTU tê lidarxistin, îsal jî bi beşdariya dehhezaran xwendekaran pêk hat. Ji ADYOD, HDK ODTU, SGD, Kolektîfên Xwendekaran, SDH, Genç-Sen, Ciwanên Kedê, Anarşîst, TKP, hemzayendî, gelek xwendekarên ji Enqerê bi reng û alên xwe cih girtin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, xwendekaran lîderên şoreşê yen li refên PKK’ê û Tevgera Şoreşger a Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dan, yek bi yek hatin xwendin. Bi xwendina navên şoreşgeran re, xwendekaran jî ji bo wan bi dengekî bilind gotin, „dijîn.“
Beriya meşê, li se navê xwendekaran Derya Koca daxuyaniyek da û bal kişand ser zêdebûnan zexta li xwendekaran tên kirin. Koca got, „Xwendekarê Kurd Kahraman Kaya li Stenbolê ji aliyê nijadperestan ve hat kêrkirin û jiyana xwe ji dest da. Hejmara girtiyên li girtîgehan bi dehhezaran tê bilêvkirin. Li Kurdistanê, Hîzbul-kontra, di bin ewlekariya polêsan de tevdigere. Emê li dijî hemû zext û zordariyan hertim li ber xwe bidin.“
Piştî daxuyaniyê, xwendekar bi kortejan ber bi Stadyûma Şoreşê ve dest bi meşê kirin.
Li dû meşa li nava kampusê, xwendekar ketin hundurê Stadyûma Şoreşê. Kortej ji aliyê xwendekarên li stadyûmê ve bi çepikan hat pêşwazîkirin.
Xwendekar piştre li ser giha li stradyûmê bi findan nivîsa „şoreşê“ nivîsandin.
Dûre 2 xwendekarên kincên gerîlayên HPG’ê li xwe kirin, ketin hundurê stadyûmê û bi alên PKK’ê li nava stadyûmê geriyan.
Paşê, li stadyûma şoreşê ay ODTY ala PKK’ê hat daliqandin.
Piştî meşa şoreşê, li stadyûmê şahiyek destpê kir û Grup Kibele û Kardeş Turkuler derketin ser dikê.
Li ber stranên herdu koman, xwendekar heta derengiya şevê govend gerandin.
Şahî bi stranan bi dawî bû.