Li odeya 4 kesan îşkenceya 8 kesan
Li odeya 4 kesan îşkenceya 8 kesan
Li odeya 4 kesan îşkenceya 8 kesan
Li girtîgehan, zext, îşkence û pêkanînên derveyî mirovahiyê yên jiyanê li girtiyên siyasî diherimîne, her dewam dikin. Li Girtîgeha Nevşehîrê tevî ku cih heye jî li odeya ji bo 4 kesan 8 kes hatine bicihkirin û li girtiyên ku nerazîbûn nîşanî jimartinê dan, bi 'mehekê bêparmayîna ji mafên civakî' hatin cezakirin. Têkiliya 21 girtiyên li Girtîgeha Çankiri jî bi temamî bi derve ve qut bûye.
Li pêşberî îşkence, binpêkirinên mafan û pêkanînên kêfî yên li girtîgehan bêdengiya Wezareta Edaletê dewam dike. Ji ber vê yekê pirsgirêkên li girtîgehan, pêkanînên li derveyî huqûqê û binpêkirinên mafan qet naqedin. Pêkanînên kêfî û rêbazên îşkencê yên li girtîgehên Çankiri û Nevşehîrê fikar û gumanan zêde dikin.
Li Girtîgeha Çankiri ya 21 girtiyên siyasî lê dimîne, li qadên ji 6 metrekareyî 5 kes tên ragirtin. Girtiyên siyasî yên li 4 odeyên bê hewa yên li binê erdê tên ragirtin, li êrîşa gardiyanan rast hatin û hat hînbûn ku der heqê giliyê girtiyan ên li dijî gardiyanan de biryara neşopandinê hatiye dayîn.
Girtiyan bûyerên bi serê wan de hatin ji Nûneriya TUHAD-FED Şaxê Enqerê re vegotin û destnîşan kirin ku rêveberiya girtîgehê mirovan tehrîq dike, hewl dide biçûk bixîne, dikeve nava provokasyonan, ji diyalogê girtî ye û zextdar e. Li gorî gotinên girtiyên bi navê Feyzî Ayzît û Edîp Yalçinkaya, pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn wiha ne:
- Îdare bi girtiyên siyasî re hevdîtinê nake, daxwaza hevdîtinê jî bêyî sedemê nîşan bide red dike.
- Daxwazname bêbersiv tên hiştin. Daxwaznameyên ji Wezareta Edaletê re tên nivîsandin bi şertê ku di nava zerfa girtî û lêçûnên postayê bên dayîn tên qebûlkirin, lê di vê rewşê de jî agahî nayê dayîn ku daxwazname hatiye şandin an na.
- Ji bo pêdiviyên li kantîna hundir a girtîgehê nayên tedarikkirin li kantîna derve bê tedarikkirin serî li îdareyê tê dayîn, lê belê îdare van pêdiviyan tedarik nake.
- Şandina faksê, bi zorê tê qebûlkirin. Tevî ku lêçûnên wê tên girtin jî, faksan naşînin cihê xwe.
- Di dema jimartinê de îdare bi nêzîkatiyên heqaretê, dikeve nava hewldanên provokatîf û tehrîqkar.
- Saetê hevdîtinê, gelekî kurt tê diyarkirin û di bin zextê de hevdîtin tên kirin. Dema hevdîtinê ya saetekê, bi 40 deqeyan tê sînorkirin.
- Daxwazên revîrê bi gotina "eger nexweşiyên we yên giran hebe qet neyên, em we sewk nakin" tên redkirin an jî tên zehmetkirin.
- Edîp Yalçinkaya yê ji ber nexweşiya roviyê xwe de çû gel doktor, jê re dermanên divê ji derve bên peydakirin hat nivîsandin, lê belê ji bo peydakirina van dermanan îdare astengiyan derdixîne.
- Bikaranîna cihê hevpar, spor, derketina qada bêhnstendinê, sohbet tên astengkirin.
- Beriya mehekê ji ÎHD'ê re name şandin, lê nizanin ka gihaştiye yan na.
ÎDÎAYA DOKTOR GOTIYE "KELEPÇE NÎNE" LEWMA MÛAYENE NEKIRIYE
Ji bilî van pirsgirêkan, derket holê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Çankiri, ji ber ku leşker destê girtiyê nexweş bi kelepçeyê girê nedaye, doktor girtî mûayene nekiriye. Girtî dixwazin bûyerên tên serê wan ji Wezareta Edaletê re bên ragihandin, ji bo tespît û çareserkirina pirsgirêkan mufetîşên wezaretê bên girtîgehan û xebatê bimeşînin.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Nevşehîrê pirsgirêkên bi heman rengî gihaştine asta herî bilind. Nûnera TUHAD-FED a Enqerê Havva Ozcan diyar kir ku yek bi yek bi milê girtiyan digirin û jimartinê dikin û got, "Ji ber ku girtî vê nêzîkatiyê qebûl nakin, rojekê xwarinê naxun. Dûre jî ceza li wan tê birîn ku mehekê ji hemû mafên xwe yên sosyal bêpar tên hiştin. Dema girtî dixwazin bi mudur re hevdîtinê bikin, neçarin li odeya mudur di rewşa 'amade' de li ser piyan rawestin û di nava hejmareke zêde gardiyanan de bi mudur re biaxivin."
LI ODEYA JI BO 4 KESAN 8 KES TÊN RAGIRTIN
Ozcan diyar kir ku li odeyên ji bo 4 kesan 8 kes tên ragirtin û anî ziman ku li her odeyan 2-3 kes neçarin her tim li erdê razên. Ozcan da xuyakrin ku hewa sar e lewma yên li erdê radikevin gelekî zehmetiyan dikşînin û destnîşan kir ku li girtîgehê cihên zêde hene, lê tevî vê yekê jî pirsgirêka raketina li erdê nayê çareserkirin. Ozcan ragihandin ku çareserkirina vê pirsgirêkê rewşeke lezgîn e û got, "Dema hevdîtinê jî gelekî kurt e. Girtî û hikumxwarên edlî bi qasî 2 saetan hevditinê dikin. Lê belê tevî ku ji bo siyasiyan saetek hevdîtinê hatiye diyarkirin jî bi tenê 40 deqeyan dihêlin hevdîtin bê kirin. Her wiha malbatên diçin hevdîtinê jî hem beriya hevdîtinê hem jî piştî hevdîtinê bi kêfî tên rawestandin. Ji bilî vê alavên mîna pêjgîr, kinc, pêlava sporê, bi hinceta 'neçar ji kantînê bên stendin' ji wan hatine girtin."
DI REWŞA ZAROKAN DE TI GUHERTIN NÎNE
Ozcan diyar kir ku pirsgirêkên li Girtîgeha Zarokan a Sîncanê jî dewam dikin. Ozcan anî ziman ku her zarokên ji odeyê derdikevin wî tazî dikin, bi vî rengî tacîz dike, odeyên zarokan 24 saetan bi 4 kamerayan tên şopandin, zarok di bin kişandina kamerayê de diçin tiwaletê. Ozcan destnîşan kir ku zext û îşkenceya li zarokan tê kirin, dewam dike.