Li Odessa û Tambovê pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê

Li Odessa û Tambovê pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê

Pîrozbahiyên 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê hêjan didomin. Li bajarê Odessa yê Ukranyayê û li bajarê Tambov yê Rûsyayê 27’ê Mijdarê hatin pîroz kirin.

Di pîrozbahiya 27’ê Mijdarê ya li bajarê Odessa yê Ukranyayê de qasî 500 kesî tevlîbûn. Di şahiya pîrozbahiyê de hunermend Kemalê Amedê girse coşand. Di şahiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK, HPG’ê bi dikê ve hatin daliqandin. Serokê Komeleyên Kurdan yên li Ukranyayê Georgî Gasanov û endamê parlementoya herêmî Albu Aleksî Dîmîtrovîç tevlî şahiyê bûn. Di pîrozbahiya li bajarê Tambov ya Rûsyayê de jî ji endamên KNK’ê û Komîteya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cemal Şamoyev tevlîbûn û axaftin kirin.

Li bajarê Odessa yê Ukranyayê 27’ê Mijdarê 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê hate pîrozkirin. Pîrozbahî li Senter Kulub ya li navenda bajarê Odessa pêkhat. Nêzî 500 kesan tevlî pîrozbahiyê bûn, weke din ji bajarên Kiev, Xerson, Summu, Xarkov yên Ukranyayê jî tevlîbûn çêbû. Li aliyê din Serokê Komeleyên Kurdan yên li Ukranyayê Georgî Gasanov û endamê parlementoya herêmî Albu Aleksî Dîmîtrovîç weke axaftvan beşdarî pîrozbahiyê bûn.

‘PKK’E GELE Û NASNAME YE’

Georgî Gasanov di axaftina xwe de da zanîn ku, “PKK ji salvegera 34’mîn ya damezirandinê de bi qezencên pir mezin dikeve 35’mîn salvegera xwe. Gelê Kurd di bin pêşengtiya PKK’ê de ji roja avabûye heya niha qezencên pir mezin bidest xistine û pêwîste her Kurdek xwedî li van destkeftiyan derbikeve. PKK ji partiyekê zêdetir tê wateya gelekê, nasnameyekê. PKK’ê heya roja me ya îro bi bedelên giran û keda şehîdan, ev gel ji nû ve zindî kiriye û ji nû ve zayînek pêkaniye. Weke din jî di tekoşîna her çar parçeyên Kurdistanê de PKK xwedî rolekî diyarkere. Em di serî de tekoşîna gelê me ya li Serêkaniyê û hemû Rojavayê Kurdistanê silav dikin û dibêjîn em di tekoşîna li her çar parçeyên Kurdistanê de li gel gelê xwe ne.”

Piştî axaftina Georgî Gasanov, endamê parlementoya herêmî Albu Aleksî Dîmîtrovîç 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir û da diyarkirin ku, “Partiya ku Abdullah Ocalan avakiriye ne tenê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê di qada Navnetewî de jî bandoriyekî xweyî girîng çêkiriye, li ser vî bingehî ez li gel tekoşîna gelê Kurdim û pêwîste demek ji demekê zûtir Abdullah Ocalan bigehe azadiya xwe, her wiha pêwîste raya giştî li hemberî vê mijarê hîstiyar be.”

Dîmîtrovîç di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku, “Li ser vî bingehî PKK dê di sala xwe ya 35’an de di nava serkeftinê de jiyan bike, ev yek bi tecrûbeya xwe ya 34 salan daye îspat kirin.” Her wiha Dîmîtrovîç tekoşîna gelê Kurd silav kir.

Piştî axaftinan, hunermend Kemalê Amedê û koma wî ya ji Kurdistanê hatibûn bistranên xwe girse coşandin. Weke din koma folklor ya xwendekaren zanîngehê jî derket ser dikê. Pîrozbahiyê di demjimêr 4 destpêkir heya direngî şev dewam kir. Pîrozbahiyê bi stranên Kemalê Amedê û koma wî bidawî bû.

TAMBOV

Navnîşana duwem ya pîrozbahiyê jî ku ji 25’ê Mijdarê destpêkirin hêjan jî didomin bajarê Tambov yê Rûsyayê ku piraniya xwe Kurdên Êzidî lê jiyan dikin. Pîrozbahiyê bi deqîqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê slaytek ya dîroka PKK’ê vedigot hate pêşkêş kirin.

Piştî slaytê yek ji endamên KNK’e û komîteya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cemal Şamoyev axaftinek kir. Şamoyev di axaftina xwe de got, “Li vir destpêkê em 27’ê Mijdarê li Rêber Apo û gelê me yên qehreman yê di rêya wî de berdewam dikin pîroz dikîn.”

Bidawîbûna axaftinan re hunermend û komên folklorê derketin ser dikê û reng dan şevê.

Şahiya pîrozbahiyê bi dîlan û slogana bidawî bû.