Li Nurnbergê serdegirtinên malan: 2 Kurd hatin binçavkirin
Li Nurnbergê serdegirtinên malan: 2 Kurd hatin binçavkirin
Li Nurnbergê serdegirtinên malan: 2 Kurd hatin binçavkirin
Li Nurnbergê, polîsan îro danê sibê avêtin ser mala endamê Medya Volkhaûs (Mala Gel a Medya) Mûrat Akgun. Di serdegirtinê de Akgul û kesekî navê wî nehat zanîn, hatin binçavkirin.
Heta niha polîs li malê lêgerînê dike. Bav û parêzerên Akgul, ji bo der barê rewşê de agahiyan werbigire, çûn malê.
Kurdistaniyên li Nurnberê, li hemberî hewldanên polîsên Elman ên krîmînalîzekirina Mûrat Akgul û hevalê wî nerazîbûn nîşan dan û gotin, "Mûrat Akgul, ji bo gelê Kurd xebat dimeşand."
Meclîsa Gel a Nurnbergê jî bi armanca piştevaniya Medya Volkhaûs bang li Kurdistaniyên li Nurnbergê kir.