Li Nurnbergê dirûşmên ‘Qatilê Zarokan Erdogan” lerizand

Li Nurnbergê Kurd û dostên wan, êrîşên terora dewelta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê protesto kirin. Di çalakiyê de hat xwestin ku êrîş bi dawî bibin û êdî çekan nefiroşin Tirkiyeyê.

Li bajarê Nurnberg a Almanyayê bi dirûşma “Li hember Kurdan şer na” dest bi meşekê kir. Di pêşengtiya Yekîtiya Hêzên Demokrat meşek hat lidarxistin, MLKP, DKP, SKB, Partîzan, AGIF, ATIK, DÎDF, Navenda Çanda Elewiyan, Partiya Çep a Elman û Mala Gel a Medya piştgirî dan çalakiyê.

Nêzî hezar kes beşdarî meşê bûn, meş ji Qada Opera des Fascîsmûs destpê kir. Girse hat pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê û li Lorenzkîrche kom bûn.

DAXWAZ

Di axaftinên li ser navê Yekîtiya Hêzên Demokratîk de hat diyarkirin ku demildest êrîşên terora dewleta Tirk a li hember Kurdistanê bi dawî bibin.

Di çalakiyê de ev daxwazî hatin kirin.

“Demildest divê ev terora dewleta Tirk bi dawî bibin.

Çek firotina dewleta Tirkiyeyê bi dawî bibin.

Terora dewletê û dorpêç bi dawî bibe.

Dawî li kimînalîzekirina Kurdan were.

Di tevahiya meşê de dirûşmên “Qatilê Zarokan Erdogan”, “Qatil AKP”, “Her Bijî Yekgirtina Navneteweyî” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin û alên YPS’ê hildan.

...