Li Nisêbînê û Pirsûsê terora dewletê: 9 kes destgîr kirin

Li Nisêbînê ya Mêrdînê û li Pirsûsê ya Rihayê polîsên Tirk bi ser malan de girtin û 9 kes destgîr kirin.

Li gorî saloxan polîsên Tirk îro li Pirsûsê û Nisêbînê bi ser gelek maalan de girtin û teror kirin.

Li Nisêbînê Şoreş Saltikalp, Engîn Aykût, Mehmet Emîn Nêrgîz û Namet Dogan, kesekî dî jî ku navê wî diyar nebû hatin destgîrkirin.

Dema 2015-2016'an, ku dewleta Tirk li Kurdistanê komkujî dikir, bi hêza artêşê bajarên Kurdistanê hildiweşand, ji ber ku tevlî çalakiyên dijî vê terora Tirk bûne kirine hinceta destgîrkirinê.

Li ser dosyayê biryara 'veşartinê' hate standin, 24 saetan parêzer wê nikaribin destgîrkiriyan bibînin.

Li Pirsûsê ya Rihaye jî polîsên Tirk teror kirin, Mazlûm Asafa Çevîk, Osman Ozlu û 2 kesên din ku navê wan diyar nebûye destgîr kirin.

Hate gotin li ser îfadeya kesekî ev çar kes hatine destgîrkirin.

9'ê Hezîranê jî bi eynî îdîayan Mehmet Tavas û hevjîna wî Kiymet Tavas hatibûn destgîrkirin.