Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tîmên taybet bi ser malekê de girt û pevçûn derket. Di pevçûnê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Tax ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.
Li taxa Selahattin Eyyubî ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê saet di 14.00'an de tîmên taybet bi ser malekê de girt û di navbera tîmên taybet û kesê tê gotin endamê HPG'ê ye de pevçûn derket. Hate ragihandin ku jina ku li kolana Sakaryayê li ser tenurê rastî guleyan hat û li qada pevçûnê tê girtin. Kolana pevçûn lê qewimî ji aliyê tîmên taybet ve hate dorpêçkirin. Hemû kolanên diçin ser kolana Sakaryayê ji aliyê polîsan ve hate girtin û tê gotin ku welatiyên diçin cihê bûyerê rastî mudaxeleya polîsan tên.
Welatiyên nêzî qada pevçûnê kombûn sloganên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" berz dikin. Piştî pevçûnê di navbera welatiyan û polîsan re rageşî derket. Polîsan, ketober li mala kesê tê gotin endamê HPG'ê ye gule barand û di bin guleyan de hişt. Di pevçûnê de kesê tê gotin endamê HPG'ê ye jiyana xwe ji dest da. Polîsan piştî bûyerê tax dorpêç kir. Dorpêça polîsan a li taxê didome.