Li Nîjeryayê êriş: 55 mirî
Li Nîjeryayê êriş: 55 mirî
Li Nîjeryayê êriş: 55 mirî
Li Bakurrojhilatê Nîjeryayê, di encama êrişêke çekdarî de 55 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeya AFP'ê, berdevkê artêşa Nîjeryayê da xuyakirin, ku hejmareke zêde çekdar bi çekên giran avêtine ser bajarê Bama yê li bakurrojhilatê welêt e.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku koma çekdar bi armanca rizgarkirina girtiyên xwe, êrişî navendên leşkeriyê, polêsan û hêza parastinê ya girtîgehê kirine.
Berdevk diyar kir, ku di encama êrişê de 2 jê leşker, hejmareke zêde parestvanê girtîgehê, polês û sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin, ku di êrişê de her weha 100 girtî jî reviyan e.
Li gorî daxuyaniyê, di dema şerê rû da de, 10 êrişkar jî mirin e û 2 jê hatine girtin.
Rayedarên dewletê, ji vê êrişê koma Sekte Boko Haram a Îslamîstên Radîkal berpirsyar digire.
Hêjayî gotinê ye, koma mijara gotinê bi salan e li bakurê Nîjeryayê ji bo avakirina dewleteke Îslamî şer dike.
Koma radîkal a mijara gotinê, ji sala 2009'an û vir ve li dijî navendên hukûmet û artêşê hejmareke zêde çalakî pêk anîne.
Tê gotin, heta niha di van êrişan de herî kêm 3000 mirovan jiyana xwe ji dest dane.