Li New Yorkê dewleta Tirk hat protestokirin

Li New Yorkê polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê û qetlîamên li ser Kurdistanê hatin protestokirin.

Ji beriya niha li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk a New Yorkê li qada herî qelebalix a bajar çalakiya portestokirinê hatibû lidarxistin. Nûnertiya Kongreya Demokratîk a Gelan a New Yorkê roja Înê bi kamyoneke ku li her sê aliyên wê ekranên mezin hatine bicihkirin ve li cihê herî qelebalix ê bajar bûyerên li Kurdistanê ji Amerîkaniyan re ragihandin.

Encamên şer ên hikûmetê bi xwer e anî, bi wêneyên koçberiya neçarî û mirinê, bi daxuyaniyan ve nêzî 6 saetan li ser ekranan nîşanî raya giştî dan.

Qamyona ku li derdora qada Ûnîon Sqûare, avahîya Empîre State, herêma Wall Sreet, rêya 5. ên ku li cîhanê bi nav û deng û qelebalix, li derdora Navenda Giştî a Neteweyên Yekbûyî, avahiya navenda CNN New York û bi dehan sazî û dezgehên tûr avêt, rastî eleqeyek zêde ya gelê derdor hat.

...